KESK li dijî talankirina xwezayê li Şirnexê daxuyanî da
- 18:19 11 Nîsan 2021
- Rojane
ŞIRNEX - Li dijî qirkirina xwezayê ya herêma Şirnexê rêxistinên sîvîl ên civakî daxuyanî dan û gotin: "Li gel qirkirina xwezayê dîroka me, çanda me, tenduristiya me û nirxên me yên dîrokî tên tunekirin."
Li Şirnexê ji bo ku balê bikşînin ser qirkirina xwezayê bi pêşengiya KESK'ê û bi tevlîbûna rêxistina HDP'ê, TJA û rêxistinên civakî li ber avahiya KESK'ê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta "Ji qirkirina daristanan re na û xwedî li xwezayê derkevin" hat vekirin. Daxuyanî ji hêla sekreta Jin a Egitim-Senê ya Şirnexê Serap Ok ve hat xwendin.
'Em perçeyek ji ekosîstemê ne'
Serap, diyar kir ku xwedîderketina li xwezayê peywira her kesiye û got: "Em perçeyek ji ekosîstemê ne. Di ekosîstemê de her zindî xwedî erk û berpirsiyar e. Ji ber ku mirov afirînerên herî bi rûmet in, berpirsiyariya me jî heye ku em ekosîstemê biparêzin. Bajarê me bi çandî û civakî tên nasîn û em niha bi êrişên sîstematîkî re rûbirû ne. Li gel qirkirina xwezayê dîroka me, çanda me, tenduristiya me û nirxên me yên dîrokî tên tunekirin. Di heman demê de bi van êrîşan pêşeroja me tê tehditkirin. "
'11 bendav hatin çêkirin'
Serap, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser bendavên ku li herêmê tên çêkirin û wiha dom kirin: "Li geliyê ku ji Şirnexê heya Colemêrgê dirêj dibe, 11 bendav hatin çêkirin û hemû çemên ku diherikin hatin vala kirin, ji bilî vê li Cûdî nêzîkê 500 qadên madenê xwezaya Cûdî û warên gundiyan hatin tunekirin."
'Ji bo parastina xwezayê em ê têbikoşin'
Serap, da zanîn ku ew ê li dijî her cûreyên êrîşên li dijî xwezayê têbikoşin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê ji bo pêşeroja gelê Şirnexê têbikoşin. Em ê destûr nedin ku hûn bi talankirina xwezayê gelê Şirnexê ceza bikin. Em careke din dibêjin ku em ê li her deverên Tirkiyeyê daristanên xwe, tenduristiya xwe û xwezaya xwe biparêzin û ji bo parastina xwezaya xwe em ê têbikoşin."
Daxuyanî bi çalakiya rûniştine bi dawî bû.