Koordînasyona Kongreya Star Uveyş Ocalan bi bîr anî

  • 14:43 11 Nîsan 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Kongreya Star dayika rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Uveyş Oclan di salvegera wefata wê de bi bîr anî.
 
Îro salvegera 28‘an a salvegera wefata dayika rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan Uvyeş Oclaan e. Di vê çarçoveyê de Koordînasyona Kongreya Star daxuyaniyeke nivîskî weşand û ew bi bîr anî.
 
Kongreya Star di daxuyaniya xwe de got:
 
"Dayê Uveyş mînaka jina bihêz e ku serî ji zilmê re netewand. Zarokên xwe li ser vî esasî xwedî kirin. Ji me re mînaka serbilindahiyê ye. Ji ber ku rêya ber bi azadiyê ve ji me re ronî kir. Ew bû ku rêberê mezin anî dinyayê, xwedî kir û mezin kir ku bi saya wî em azadî dijîn. Rêber Abdullah Ocalan dayika xwe wek xwedawendekê pênase kiriye. Em serfiraziya xwe tînin ziman ku kesayetek ku têkoşîna rizgariya Kurdistan û cîhanê bi rê ve dibe, anî dinyayê.
 
Rêber Abdullah Ocalan ji hêza dayika xwe sûd wergirtiye û ji xwe re kiriye çavkaniya hêza şoreşa jinan ku ji bo wê têdikoşe.
Dayik mamoste, perwerdekar û rewşenbîr e. Ji ber wê dema rêber Abdullah Ocalan behsa jiyana xwe dike kesayeta dayika xwe bi bîr tîne û di kesayeta dayika xwe de kesayeta jina bihêz û rêveber şîrove dike.
 
Em wek Koordînasyona Kongreya Star Dayê Uveyş û hemû dayikên aştiyê bi bîr tînin û dibêjin giyanê wan şad be. Wan rêberên ku bi saya wan jin û gelên herêmê hatin rizgarkirin, anîn dinyayê."