Jin nayên parastin: Goksel Koca Arzu qetil kir

  • 14:22 11 Nîsan 2021
  • Rojane
STENBOL- Arzû Îlhan Koca ku li Pendîkê dijiya, li gel biryara parastin û dûrxistinê ya derbarê kesê pê re hatibû zewicandin de ji aliyê wî ve hat kuştin. 
 
Arzû Îlhan Koca ya 39 salî ku li navçeya Pendîkê ya Stenbolê dijiya, li gel biryara parastin û dûrxistinê ya derbarê kesê pê re hatibû zewicandin Goksal Koca  de jî ji aliyê wî ve hat kuştin. Arzû Îlhan Koca ku ji Goksal Koca bi awayekî sîstematîk îşkence dîtibû, di meha çileyê de serî li navenda polisan dabû û ji ber îşkenceya lê dihat kirin daxwaza parastinê kiribû. 
 
Dadgeha Malbatê, derbarê Goksal Koca de biryara dûxistinê derxist û ji bo Arzû Îlhan Koca jî biryara parastinê derxist. Lê li gel vê biryarê jî Goksel Koca bi zorê ket mala Arzû Îlhan û li ber çavên zarokên wê ew qetil kir. 