Li Rihayê mirina jinekê ya bi gûman

  • 10:59 11 Nîsan 2021
  • Rojane
RIHA - Li Rihayê, hat îdakirin ku dayika zarokekî F.S. întihar kiriye û dawî li jiyana xwe aniye. 
 
Li Rihayê, hat îdakirin ku dayika zarokekî F.S. întihar kiriye û dawî li jiyana xwe aniye.Hat îdakirin ku F.S. piştî bi malbata xwe re nîqaş kiriye xwe darve kiriye. Li ser agahardarkirina xizmên wê ambûlansa ku hat cihê bûyerê F.S.  bir Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Ersoy û hat diyarkirin ku jiyana xwe ji dest daye
 
Piştî karê otopsiyê cenazeyê F.S.  rakirine morga Tipa Edlî ya Rihayê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.