Ji jinên Wanê banga 'Em rê nadin ku hûn pergala mêraniyê ava bikin'

  • 14:55 10 Nîsan 2021
  • Rojane
 
WAN - Ligel astengiya polîsan li Wanê jinan li dijî betalkirina Peymana Stenbolê meşek li dar xistin û gotin: "Jin bi hêza ku ji têkoşîn û rêxistinbûniya jinan digrin, tu carî rê nedin ku hûn pergala mêraniyê ku hûn xeyal dikin ava bikin."
 
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê di çarçoveya kampanyaya "Ji bo jinan edalet" li dijî betalkirin Peymana Stenbolê li Wanê meşek li dar xistin. Serê sibehê ve Kolana Hunerê ji hêla polîs, maşîneyên zirxi û TOMA'yê hat dorpêçkirin. Polîsan qedexeya walitiyê wekî hincet nîşanda. 
 
Parlamenterên jin ên HDP'ê û gelek jinên ku ji bajarên derdorê hatin tevlî meşê bûn. Ligel astengiya polîsan jin li Kolana Hunerê ya cadeya Cumhuriyetê ya navçeya Rêya Armûşê kom bûn. Jinan bi dirûşma "Jin jiyan azadî" heta li ber avahiya HDP'ê ya bajêr meşiyan. Li ber avahiyê pankarta "Me kolan bi dest xist, em ê kolanan biparêzin û Peymana Stenbolê dide jiyin" vekirin. Daxuyanî ji hêla parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr ve hat wendin. 
 
Di daxuyaniyê di wiha hat gotin: 
 
Hevgirtina mêr a AKP-MHP'ê, êrîşa xwe ya bêperwa ya li jinan û destkeftiyên jinan didomîne. Desthilatiya ku ev demeke dirêj e îradeya jinan ku hêza herî çalak a civakê ne hedef digre û tevkujiya jinê xistiye dewreyê, bi kûrkirina newekheviya zayendî ya civakî mêr fît kirine, bi taybetî li bajarên kurdan tacîz û tecawiza arasteyî jinan wek polîtîkaya şerê taybet bi kar aniye. Em, gelek baş dizanin ku di bingeha her cure êrîşên arasteyî jinê de armanca bidawîkirina têkoşîn û destkeftiyên jinê heye. 
 
Kujer bêceza tên hiştin
 
Di roja îro de ku tundiya arasteyî jinê pir caran wek sûc bi xwe jî nayê dîtin, jin ji bo ku di derbarê jiyana xwe de biryarê didin tên qetilkirin mêrên kiryar bi 'daxistinên qerewat' û 'rewşa baş' bêceza tên hiştin. Me vê jî herî zêde bi pêvajoya pandemiyê re di ketinên malan de dît. Desthilatiyê, pêvajoya pandemiyê hema bêje wek nîmetek dîtiye û bi derxistina zagona înfazê re tecawizkar, tacîzkar û kiryarên ku sûcên arasteyî jinê kirine serbest ber dan û bi wê awayê jiyana jinan xistiye nav xetereyê. Jin di vê pêvajoyê de di malê de hatine girtin û bi tundî, tacîz, tecawiz û tevkujiyê re rû bi rû hatine hiştin. Dîsa, bi keysbaziya pandemiyê îtifaqa mêr a AKP-MHP'ê, bi sepanên wek destûra biheq, Kod-29 ku ji polîtîkayên girtina jinan a di malan de ne xweser in xwestiye ku jin di hêla aboriyê de bi mêran ve werin girêdan. Îtifaqa AKP-MHP'ê bi xwe di vê pêvajoyê de hema bibêje veguheriye şewbeyê.
 
Sepanên bêhiqûqî didomin
 
Li vê welatê ku her roj herî kêm 3 jin tên qetilkirin daraza mêr, ji jinên ku li hember dûçarmahina tundiyê xweparastinê dikin rê cezayên herî giran dide. Melek Îpeka ku di encama tundiya ku bi salan lê hatibû kirin xwe parast mînaka herî dawî ya van sepanên neheq û bêhiqûqî ye.
 
Desthilatî wek astengiya herî mezin a hember pergala mêr a ku dixwaze bi polîtîkayên nîjadperest, tekparêz û zayendparêz ava bike jinan dibîne. Di bingeha êrîşên li siyasetmedar û aktîvîstên ku têkoşîna jinê didin de dîsa ev feraset heye. Êrîşên li pergala me ya hevserokatiyê ku di hemû mekanîzmayên rêveberiyê de nûnertiya wekhev bingeh digre tam jî ji ber vê awayê ye. Îtifaqa mêr a AKP-MHP'ê bi sûcdarkirina hevserokatiyê, tayînkirina qeyûman a li îradeya gelî û bi israrkirina xwe ya di feraseta xwe ya tekparêz de hewl dide desthilatiya xwe hêzdar bike.
 
Jin bêparastin hatine hiştin 
 
Çawa ku armanca pêşîn a qeyûman ku rûdana feraseta desthilatiya mêr in jî dîsa jin û destkeftiyên jinan bûye. Navendên tundiya arasteyî jinê hatine girtin û jin bêparastin hatine hiştin. Malên spartinê hatine girtin û jin bi hawira tundîkar hatine mehkûmkirin. Kursên perwerdehiya pîşeyî, kooperatîfên jinê hatine girtin û bi wê hatiye xwestin ku jin derveyî qada îstihdamê werin hiştin.
 
Êrîşên bi pergal li ser rêxistinên jinan bi zêdehî didomin, bi operasyonên qirkirina siyasî her roj binçavkirinên nû tên kirin, bi îdiayên bêbinî jin rehîn tên girtin. Operasyona li ser Komeleya Jinê ya Rosayê tam jî ji ber vê yekê hatiye kirin. Çalakiyên ku hevalên me yên ku têkoşîna jinê dimeşînin pêk anîne wek 'sûc' hatine nîşandan.
 
Li dijî binpêkirinan berxwedan 
 
Îro polîtîkayên tecrîdê ji girtîgehan berbelav bûne û li hemû civakê tê geriyaye. Heta ku daxwazên girtiyên ku di berxwedana greva birçîbûnê ya ku hember polîtîkayên tecrîda ku lêferzkirina wê tê xwestin û binpêkirinên ku li girtîgehan tên jiyandin hatiye destpêkirin neyên bicihanîn em dê tu car dev ji têkoşînê ber nedin.
 
Polîtîkayên bi dijminatiya jinê ku li her çar hêla welêt tê pêşandan, li bajarên kurdan veguheriyaye polîtîkayeke şerê taybet. Îro arasteyî jinên kurd ku têkoşîna azadiyê didin her cure polîtîkaya tundiyê bi awayek bipergal ketiye meriyetê. Axaftinên dayîksalar ên Parlamentera Colemergê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê wek sedema girtinê dîtin, dîsa Berdevka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokkana ku bi awayek neheq û bêhiqûqî hat girtin di danişîna dozê de ji ber daxwaza wê ya parastina bi kurdî xespkirina mafê wê yê parastinê hatina faşîzmê ya xala dawî ye.
 
Polîtîkayên pirkirinê ne xweser e
 
Me çendîn caran got, teşhîr kir û em dê kirina wê bidomînin. Jinên kurd ji hêla unîformayiyan ve dûçarê her cure tacîz û tecawizan dimînin, dikevin ber pêlên xwekuştinê kesên van sûcan pêk anîne bi fîkefîka xwe di nav civakê de serbest digerin. Herî dawî ji hêla dadgeriyê ve parastina Mûsa Orhanî mînaka herî şênber a polîtîkaya şerê taybet a dewletê ya li ser jinên Kurd e. Dîsa bûyera Fatma Altinmakasa ku piştî çûyîna qereqola ku nikaribû bi zimanê xwe yê zikmakî xwe îfade bike û di encamê de hatibû kuştin ji polîtîkayên qirkirinê ne xweser e.
 
Em ê li dijî polîtîkayên qirkirina jinê deng derxin
 
Xeleka dawî ya êrîşên li destkeftiyên jinê jî daxuyaniya biryara paş ve kişandina ji Hevpeymana Stenbolê ku mafên jinê bi awayek herî berfireh diparêze bûye. Hevpeymana Stenbolê ku di sala 2011'yan de li Meclisê bi pejirandina hemû partiyên hatibû îmzekirin, di nîvê şevek de bi derbeya tek mêrî tunehesibandina wê hatiye xwestin. Desthilatiyê bi vekişîna vê hevpeymanê careke din dijminya xwe li jinê tescîl kiriye. Em bi gotina em dev ji Hevpeymana Stenbolê ber nadin careke din li hember polîtîkayên qirkirina jinê yên desthilatiyê deng der tînin. 
 
Carek din em ji vir bang dikin!
 
Hûn dê nikaribin bi dijmindîtiniya her beşên muxalifên xwe, bi hedefdîtina jinan, bi derqanûnîkirina rêxistin û komeleyên jinan ên ku ji bo azadiya jinan têdikoşin me bêdeng bihêlin. Dê jin bi hêza ku ji tekoşîn û rêxistinbûniya jinan digrin, tu carî rê nedin ku hûn pergala mêraniyê ku hûn xeyal dikin ava bikin.
 
Em wek jin careke din ji vir biryardariya xwe ya têkoşîna hember hevgirtina mêr a AKP-MHP'ê destnîşan dikin. Em dê bi afirandina estetîka berxwedana li dijî faşîzmê ya di xwe de tu car dev ji şerê mezin ê jiyanek watedar ber nedin. Em dê bi mezinkirin û hevparkirina têkoşîna xwe sedsala 21'an bikin sedsala azadiya jinan."
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Jinan bi dirûşma "Jin jiyan azadî" dawî li çalakiya xwe anîn.