Li Amedê jin ji bo Peymana Stenbolê kom bûn

  • 14:32 10 Nîsan 2021
  • Rojane
 
AMED - Li Amedê jin li dijî feshkirina Peymana Stenbolê kom bûn. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi dirûşma “Me li kolanan bi dest xist, em ê li kolanan biparêzin” li dijî feskirina Peymana Stenbolê meşekê li Dûryana Dunya a navçeya Peyas a Amedê meşekê li dar bixe. Jinên ku ji bo meşê kom bûn bi dorpêç û astengiyên polîsan rû bi rû man. 
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP’ê Nûran Îmîr, Remziya Tosûn, Dersim Dag, Semra Guzel, aktîvîstên TJA’yê û gelek jinên ji bo tevlî meşê bibin hatin Dûryana Dunyayê li çar cihên cuda ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.
 
Jinên di dorpêça polîsan de, bê navber dirûşmên “Barîkatan ne ji bo jinan, ji bo kujeran deynin”, “Bijî  piştevaniya jinan”, “Peymana Stenbolê dide jiyîn” û “Jin jiyan azadî” berz kirin û lîrandin. Jinan bi berzkirina tilîlî û dirûşman dorpêça polîsan şermezar dikin.