Li Mexmûrê greva birçîbûnê 114 roj in didome

  • 14:09 10 Nîsan 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê hatiye destpêkirin, bi koma 57’emîn di roja 114’an de dewam dike.
 
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 57’emîn di roja 114’an berdewam dike. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê her roj ji aliyê gel ve bi awayek girseyî tê ziyaret kirin. Çalakvana bi navê Mizgîn Kara ku tevlî çalakiyê bû li ser armanca xwe ya tevlîbûna çalakiyê wiha ji ajansa me re anî ziman. 
 
Mizgîn di serî de berxwedêrên zindanan silav kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Armanca ciwan, dayik û gel a tevlibûna çalakiya greva birçibûne piştgirî dayina girtiyên azadiyê ye. Ew koma 57’an e greva birçibûne didomîne. Gelê wargehê ji bo azadiya fizîkî ya rêberê xwe her tim di nava çalakiyan de ne. Bila herkes baş bizane kes nikarê fikrê Rêber Apo di nava civakê de tunê bike. Hertim fikrê Rêbertî li gel me ye. Em weke ciwan, jin û gelê wargehê berxwedana çalakvanên greva birçibûne silav dikin û serkeftinê dixwazin. Bangawaziya me ji tevahî gel û ciwanên kurd ew e ku xwedî li fikr ramanên serokatiyê derkevin û xwedî li girtiyên azadiyê derkevin."