Ji bo Latîfe Demîrcî ya HDP'yî cezayê hepsa malê hat dayin

  • 08:58 10 Nîsan 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Ji bo Latîfe Demîrcî ya bi hinceta îfadeya wê heye ji bo biçe dozgeriyê bangî wê kirin,  ji aliyê dadgeriyê ve cezayê hepsa malê hat dayin.
 
Endama Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Latîfe Demîrcî Kahya bi hinceta îfadeya wê heye bangî dozgeriyê hat kirin. Piştî îfadeyê sewqî dadgeriyê hat kirin û cezayê hepsa malê ji bo Latîfeyê hat dayin. 
 
Platforma Jinê ya Enqereyê bi parvekirina xwe ya li ser medyaya civakî bertek nîşanî ceza da. Parvekirina platfromê wiha ye:"Endama Platforma Jinê ya Enqereyê Latîfe Demîrcî Kahya ji aliyê dadgehê ve cezayê hepsa malê hat birîn. Di rojên Peymana Stenbolê hatiye feshkirin de tu êrişên li jinan tên kirin nikare bi me! Bijî piştevaniya jinê!  #LatifeDemirciKahya"