ESP, SKM û SGDF çûn serdana Emîne Şenyaşar

  • 16:40 9 Nîsan 2021
  • Rojane
 
RIHA - ESP, SKM û SGDF ji bo piştgiriyê çûn serdana Emîne Şenyaşar û gotin: "Daxwaza dayika Emîne daxwazên me ne. Em her tim li cem malbatê bin." 
 
Xizmên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahim Halîl Yildiz di 14'ê hezîrana 2018'an de dema esnaf ziyaret dikirin, li dikana Heci Esvet Şenyaşar êrîşî wî û lawê wî kiribûn. Di êrîşê de bav û 2 law kuştin û 2 law jî birîndar kirin. Piştî bûyerê lawê wan ê birîndar Fadil Şenyaşar girtin. Ji bo edalet pêk bê Malbata Şenyaşar dest bi çalakiya nobetê kirin. Çalakiya malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 32'yan de didome.
 
Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) îro çûn serdana Malbata Şenyaşar. 
 
Cigira Hevserokên Giştî ya ESP'ê Beycan Taşkiran di serdanê de axivî û diyar kir ku kesên berpirsên qetlîamê ne nehatin darizandin û got: "Emîne li dijî zilmê nobeta edaletê da destpêkirin. Em jî piştgiriyê didin nobeta malbatê. Daxwazên malbatê daxwazên me ne jî. Di daxwazên xwe de mafdar in." 
 
Berdevka Giştî ya SKM'ê Denîz Aktaş jî da zanîn li qesrê edalet pêk nayê û got: "Edalet ne li qesrê li kolanan pêk tê. Em ê têkoşîna xwe ya edaletê bikin yek û em ê bi ser kevin. Em bang her kesî dikin ku em têkoşîna xwe bikin yek û mezin bikin." 
 
Endama SGDF'ê Helîn Yagmur Ucî, destnîşan kir ku lêgerîna edaletê ya Emîne Şenyaşar ji bo her kesî ye û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em bi têkoşîna xwe rê natin çete, dagirker û kedxwaren. Em ê teqes bi ser kevin." 
 
Di serdanê de Emîne Şenyaşar axivî û wiha daxwazên xwe anî ziman: "Dest danîn ser qeydên nexweşxaneyê û çend caran bi rêya dozgeriyê daxwez kirinê lê birsiv negirtine. Ji bilî edaletê em tiştek naxwazin. Rojên borî li ber çavê min xwestin kurê min Ferît bikujin. Qetîama ku pêk hatî jî li ber çavê min pêk hat. Çima Edalet pêk nayê? Bi rojane em li vir in. Nahelin ku em bên li vir daxwezên xwe bînin ziman. Lê divê bizanin ez dev ji têkoşîna xwe ya edaletê bernadin."
 
Ferît Şenyaşar jî da zanîn ku dê dev jî têkoşîna xwe bernadin û wiha got: "Ez bang li mirovên bi wijdan dikim ku piştgiriyê bidin çalakiya me."