'Em biryarnameya yek zilamî napejirînin'

  • 15:35 9 Nîsan 2021
  • Rojane
 
ANTALYA - Endamên Partiyên Çepgir ên li dijî feshkirina Peymana Stenbolê derketin diyar kirin ew biryarnameya pergala yek zilamî qebûl nakin û dê dev ji Peymana Stenbolê bernedin. 
 
Rêxistina Partiya Çepgir a Antalyayê, bi daxuyaniyekê vekişandina Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê şermezar kir. Rêvebera Rêxistina Partiya Çepgir a Antalyayê Fatma Kayaoglû, di daxuyaniya ku li ber Peykerê Attalos hat dayîn de axivî û diyar kir ku wê dev ji Peymana Stenbolê bernedin û wiha got: “Li dijî desthilata îslamî û paşverû ku hewl dide mafên me xesp bike, em ê qet dev ji maf, jiyan û têkoşîna xwe bernedin. Em biryarnameya pergala yek zilamî qebûl nakin.”