Pervîn Buldan: Betalkirina peymanê tê wateya domandina darbeyê

  • 13:58 9 Nîsan 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, bi rojnamegerên jin re civînek li dar xist û bal kişand ser betalkirina Peymana Stenbolê û got: "Betalkirina Peymana Stenbolê tê wateya domandina darbeya li hemberî destkeftiyên jinan." 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan derbarê betalkirina Peymana Stenbolê de li otelekî Beyogluya Stenbolê bi rojnamegerên jin re civinek li dar xist. Li salonê pankarta "Peymana Stenbolê dide jiyin û em dev ji Peyman Stenbolê bernadin" hat daliqandin. Gelek rojnamegerên jin û parlamenterên jin ên HDP'ê tevlî civînê bûn. 
 
Pervîn, di civînê de diyar kir ku Peymana Stenbolê di şevekî de hat betalkirin û got: "Ev tişt tê wateya darbeya li hemberî jinê. Li hemberî gelek qadan darbe pêk hat û ev tişt jî bû darbeyek nû. Beriya niha jî li hemberî destkeftiyên jinan darbeyek pêk hatibû û betalkirina peymanê jî tê wateya domandina darbeyan. Divê mirova behsa destkeftiyên beriya Peymana Stenbolê jî bikin."