Platforma Jinê ya Meletê xwepêşandana tiyatral li dar xist

  • 09:15 9 Nîsan 2021
  • Rojane
MELETÊ - Platforma Jinê ya Meletê li dijî feshkirina Peymana Stenbolê çalakiya tiyatral li dar xist. 
 
Li dijî feshkirina Peymana Stenbolê Platforma Jinê ya Demokratîk a Meletê li Xaçerêya Emeksizê xwepêşandana tiyatral li dar xist. Di çalakiyê de dowîzên bi nivîsên "Peymana Stenbolê cihekariyê asteng dike","Piştigiriya derûnî dide","Hemû kesên tundiyê dibînin diparêze","Berpirsiyariya dewletê zêde dike","Bi telefonên lezgîn ên piştevaniyê diparêze"  hatin hilgirtin. Her wiha madeyên Peymana Stenbolê hatin xwendin. 
 
Di berdewamiya çalakiyê de jinan pirsên "Peymana Stenbolê çi ye, çima diparêze, kê diparêze, ji kê diparêze, li ku diparêze, çawa diparêze?" kirin. Jinan bi bersivên kurdî û tirkî agahî dan jinên li der û dorê. 
 
Jinên li erbaneyê xistin û lîrandin dirûşmên "Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin","Peymana Stenbolê dide jiyîn" berz kirin û peyaman ew ê dev ji têkoşînê bernedin, dan.