'Ji bo parastina mafên zarokan divê tedbîrên mayînde bigirin!'

  • 09:06 9 Nîsan 2021
  • Rojane
Sema Çaglak - Şehrîban Aslan 
 
AMED - GIYAV’ê Rapora Çavderiya Medyaya yê Binpêkirina Mafên Zarokan a sala 2020 weşand. Rêvebera GIYAV’ê Ayşe Erol destnîşan kir ku di sala 2020’an de 613 zarok jiyana xwe ji dest dane û mafê 3 hezar û 208 zarokan jî hatiye binpêkirin. 
 
Weqfa Piştevaniya Koçberî û Mirovî (GIYAV) 10 sal in li Amedê ji bo mafên zarokan xebat dimeşîne. Cûrbicûr çalakî û atolye li dar dixin û raporan diweşînin. Herî dawî rapora bi navê Çavderiya Medyaya Înternet a Binpêkirina Mafên Zarokan a sala 2020 hat weşandin. Têkildarî mijarê rêveberiya GIYAV’ê Ayşe Erol ji ajansa me re axivî.
 
‘Binpêkirinên mafên zarokan ji bo me girîng in’
 
Ayşe, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser binpêkirina mafên zarokan û got: “Wekî her sal em hewil didin ku binpêkirinên mafên zarokan bi raporan ji raya giştî re parvebikin. Dema me rapor amade kir me di lêkolînan de dît ku 613 zarok jiyana xwe ji dest da ye û 690 zarok jî birîndar bûne. Lê helbet ev dane tenê yên ku em gihiştin e. Em dizanin ku ji vê daneyê zêdetir gelek bûyer pêk hatine. Di amadekariya raporê de derket holê ku di nava 12 mehan de hezar û 860 zarok bi îstîsmarê re rûbirû mane. Her wiha di sala 2020’an de mafê 3 hezar û 208 zarokan hatiye binpêkirin."
 
Di pandemiyê de rewşa zarokan 
 
Ayşeyê bal kişand li ser bandora pandemiyê û destnîşan kir ku di pêvajoya pandemiyê de herî zêde jin û zarok bibandor bûn û wila axivî: “Pandemiya ku hêj jî bandorên xwe li ser civakî heye bêtir li ser zarokan bi bandor bû. Di çarçoveya tevdîrên şewbê de dibistan hatin girtin. Bi vî awayî zarok li hundirê malê de hatin bi sînorkirin. Zarokên ku li hundirê malê man ji aktîvîteyên rojane dûr ketin. Ji heval û dibistanên xwe dûr ketin. Bi vî awayî pêşiya karkeriya zarokan hat vekirin. Her wiha bingeha zewaca zarokan di vê demê de bêtir pêş ket. Di nav malbatê de tundiya li ser zarokan zêde bû. Bi taybetî qeyrana aboriyê li ser zarokan bi bandor bû." 
 
Helwesta medyayê ya li hemberî zarokan 
 
Ayşeyê bal kişand li ser zimanê medyayê ya li hemberê zarokan û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Gava me raporên xwe amade kir, zimanê medya û rojnameyan jî ya li hemberê zarokan gelek bala me kişand. Di gelek nûçeyan de li hemberî zarokan zimaneke zayendperest hat bikaranîn û ev tişt rê li ber binpêkirina mafên zarokan vekir. Zimanê medyayê bi helwesta xwe binpêkirina mafên zarokan kurtir dike. Di heman demê de aşkerekirina nav û wêneyên zarokan jî tê wateya binpêkirina mafan. Di zagonên navneteweyî de hatiye destnîşan kirin ku divê nav û wêneyên zarokan neyê dayîn."
 
‘Zarok rastî îşkence û muameleye xirab tên"
 
Ayşeyê bilêv kir ku di raporên wan de 72 zarok bi îşkence û muameleyê xirab re rûbirû maye û wiha bi lêv kir: "Di zagonan de tê gotin ku divê dewlet nehêle tu zarok bi îşkence û muameleye xirab re rûbirû bibîne. Lê li girtîgeh, wargeh û stargehan de gelek zarok bi îşkence û mualemeyê xirab re rûbirû dimînin. Bi vî awayî gelek rapor û dane li ser vê mijarên hene û bandorê li jiyana zarokan dike."
 
Li dijî binpêkirinan rêyên çareseriyê...
 
Ayşeyê di dawiya axaftina xwe de wiha li ser rê û rêbazên çareseriyê sekinî: “Divê li dijî tundiya li ser zarokan lêkolînên berfirehî bê kirin û tevdirên mayînde bê pêkanîn. Her wiha divê pêşiya zawaca zarokan bê girtin û li gorî vê zagon bên amadekirin. Me dît ku karkeriya zarokan her ku diçe zêdetir dibe loma divê aliyê vê mijarê de derfetên aboriyê ji bo malbatên xizan bê kirin. Her wiha divê Tirkiyê mijara li ser zimanê zikmakî de fikarên xwe ji holê rake û pêşiya mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî veke.”