‘Ligel TJA û Komeleya Jinan a Rosayê cih bigirin’

  • 09:03 9 Nîsan 2021
  • Rojane
ENQERE - Tevî nûçegîhana me Bêrîtan Canozer 22 jin hatibûn binçavkirin. Jinan bertek nîşanê rewşê dan û diyar kirin ku deshtilatdarî dixwaze Jinnewsê ku dengê jinan bi civakê re tîne gel ji hev qut bike û bang li hemû aliyan kir ku ligel TJA û Komeleya Jinan Rosayê cîh bigirin.
 
Li Amedê di serdegirtina malan de tevî nûçegîhana me Bêrîtan Canozer  22 jin hatin binçavkirin. Her wiha biryara nepeniyê danîn ser dosyayên jinan. Li gelek deverê jinan bertek nîşanê binçavkirinan dan û diyar kirin ku divê jinên hatine binçavkirin demildest bên berdan.
 
‘Komeleya Rosayê parçeyek têkoşîna jinê ye’
 
Sekretera Jinan a Konfedeerasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerî (KESK) Gulîstan Atasoy bertek nîşanê binçavkirinan da û diyar kir ku deshilatdarî di demên dawî de li dijî destkeftiyên jinan êrîşên cidî pêk tîne û ligel şîdeta mêr şîdeta dewletê jî bi awayekî cidî zêde bûye. Gulîstanê wiha vegot: “Sedema wê ev e; TJA û Rosa li herêmê hêza jinê ya têkoşînê derxist holê. Komeleya Jinan a Rosayê jî parçeyeke destkeftî û têkoşîna jinê ye. Li bajarên kurdan ji bo dîtina jinê ya di civakê de û sazbûna komeleya jinan bû pêşeng. AKP’ê piştî 2015’an şûnde ligel siyaseta şer, bi tayînkirina qeyûman li hember sazîbûnê êrîşên cidî pêk anî.”
 
‘Divê hemû jin ligel Rosayê cih bigirin’
 
Gulîstanê destnîşan kir ku Komeleya Jinan a Rosayê, piştî tayînkirina qeyûman û girtina saziyên jinan, di mijara ku dengê jinan bê bihîstin de rolek cidî lîstiye û wiha dawî lê anî: “Di Komeleya Jinan a Rosayê de ji saziyên cuda, STK, rêxistinên civaka demokratîk aktîvîstên jinan tevlî bûne. Jin di vê komeleyê de hatin gel hev û li dijî şîdeta dewletê ya li hember jinan hat meşandin têkoşîn da. Komeleya li dijî şîdeta jinê têkoşîn da bi zextan tê krîmînalîzekirin. Ji ber vê jî divê hemû jin ligel Komeleya Jinan a Rosayê cih bigirin.”
 
‘Dixwazin dengê Jinnewsê qut bikin’
 
Endama Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leman Kîraz jî daxuyakirin ku desthilatdarî di demên dawî de bi awayekî çavsor berê xwe daye jinan û got: “Jinên li dijî dijhiqûqiyên desthilatdariyê radibin ser piyan hedef tên girtin. Ligel TJA û Komeleya Rosayê, hedefgirtina jinên çapemeniyê jî di vê esasê de ye. Jinnews tevî êrîşên desthilatdariyê dengê jinan dide bihîstin. Desthilatdarî vê baş dizane;Jinnews rastiyê ji gel re radigihîne. Ji ber vê jî hewl didin dengê Jinnewsê bibirin. Tevî van êrîşan wê jin li berxwe bidin. Tu kes wê jinan ji têkoşîna wan neke. Tevî binçavkirinan em ê li qadan bin.”
 
‘Wê jin desthilatdariya wan hilweşînin’
 
Ji Kolektîfa Jinan a Zanîngehê Nîsa Çira jî ev tişt anî ziman: “Sedema binçavkirinan ji tirsa desthilatdariyê pêk tê. Lê girtin û binçavkirin nikarin jinan biçewisînin. Deshtilatdarî hemû siyaseta xwe li ser jinan ava dike û têkoşîna rêxistinkirî ya jinan jî li hember siyaseta serdest ya mêr e. Ji ber vê jî êrîşê têkoşîna jinan dike.”