'Girtî tên sirgunkirin û di nava şerdên xirab de dimînin'

  • 09:01 9 Nîsan 2021
  • Rojane
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Alî Aslan ê 61 salî ye û li Girtîgeha Mêrdînê dihat girtin di encama serdegirtina koguşan de tevî hevalên xwe hat sirgunkirin. Hevjîna Alî, Xalîse Aslan têkildarî sirgunê diyar kir Alî hatiye revandin û niha jî di nava şerd û mercên xirab de dimîne. Xalîseyê diyar kir tevahî girtî di tecrîdê ne û bi wê re malbat jî tên tecrîdkirin. Xalîse banga bidawîkirina tecrîdê kir.
 
Li girtîgehên tirkiyeyê û bakur her ku diçe binpêkirina mafan zêde dibe. Rexmê ku girtiyên siyasî li hemberî vê 134 roj in çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem dane destpêkirin jî guherînek nehatiye kirin û her ku diçe rewş girantir dibe. Girtiyê sîyasî Alî Aslan ê 61 salî ye û li Girtîgeha Mêrdînê dihat girtin sirgunî  Girtîgeha Tîpa T a Amedê hat kirin. Alî Aslan ê demekê hevserokatiya navçeya Qoserê kir gelek caran hatiye binçavkirin û girtin. Herî dawî beriya salekê hat girtin û di Girtîgeha Mêrdînê de dihat girtin. Beriya 3 mehan jî tevî hevalên xwe sirgunî Girtîgeha Tîpa T a Amedê hat kirin. Alî û du hevalên wî di koguşekê de tên girtin. Hevjîna Alî Aslan, Xalîse Aslan têkildarî mijarê wiha got:"Ev êdî ne sirgun revandin e. Zordestî ye. Em bi vê rewşê pir êşiyan. Ango kiryarên ku dikin tecrîd e."
 
'Ev revandin û zordestî ye'
 
Hevjîna Alî Aslan, Xalîse Aslan di serî de qala sirgunkirina girtiyan kir û wiha got:"Di girtîgehê de jî bi ser koguşên girtiyan de tê girtin. Hejmareke zêde girtî ji girtîgehê hatin sirgunkirin. Her yek bi aliyekî ve şandin. Alî û 2 hevalên wî şandin Girtîgeha Tîpa T a Amedê. Ev êdî ne sirgun revandin e. Zordestî ye. Em bi vê rewşê pir êşiyan. Ango kiryarên ku dikin tecrîd e."
 
'Ew tên tecrîdkirin'
 
Xalîseyê da zanîn li ser girtiyan  û hemû malbatên wan tecrîdek girankirî tê meşandin û wiha berdewam kir: "Ew revandin û li girtîgeha ku birine jî nebaş nêzîk dibin. Meheke çay û amûrên ku çay pê vexwin nehatiye dayîn. Her wiha di aliyê xwarin û vexwarinê de zehmetiyan dibînin. Nikarin kantînê jî zêde bi kar bînin. Gelek caran xwarinên ku ji wan re tên nayên xwarin. Ew dixwazin ji kantînê tiştekî bigirin lê destûr nayê dayîn. Destûra werzîşê jî nayê dayîn. Temenê Alî mezin e ger neyê tedawîkirin û werzîşê neke dê rewşa wî xirabtir bike."
 
'Em ê li hember tecrîdê têbikoşin’
 
Xalîseyê herî dawî qala grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê hatine destpêkirin kir û wiha bi dawî kir: "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Pêkanîna tecrîdê nîşaneya wê ye ku li welat ne dad ne jî demokrasî maye. Tecrîd asta herî bilind a îşkence û zordestiyê ye. Lê divê em li hember van kiryaran bertek nîşan bidin. Me jiyana xwe li ber deriyê girtîgehan derbas kir. Jiyana me ya maye jî  wê li hember tecrîdê bi têkoşînê derbas bibe. Em ê tim têbikoşin û li berxwe bidin."