Li Muglayê betalkirina Peymana Stenbolê hat şermezarkirin

  • 16:34 8 Nîsan 2021
  • Rojane
 
MUGLA - Meclîsa Jinan a Konseya Bajêr a Bodrûmê li dijî betalkirina Peymana Stenbolê daxuyaniyek da û banga xutrkirina piştevaniya jinan kir. 
 
Meclîsa Jinan a Konseya Bajêr a Bodrûmê ya Muglayê derbarê betalkirina Peymana Stenbolê de li Qada Bodrûmê civiyan û daxuyanî dan çapemeniyê. Jinan di daxuyaniyê de dirûşmên "Bijî piştevaniya jinan", "Peymana Stenbolê dide jiyîn" û "Qanûnan pratîze bikin ku bila jin bijîn" hatin berzkirin. Metna daxuyaniyê ji hêla berdevka meclîsê Evrîm Înan ve hat xwendin. 
 
Evrîm, diyar kir ku di 3 mehên destpêke ya sala 2021'an de 91 jin hatin kuştin û got: "Di 3 mehên destpêkê ya sala 2021'an de 29 jin bi tacizê re rûbirû man û 41 zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû man. Her wiha 30 jin jî bi tecawizê re rûbirû man. Li 198 jinan fihûş hat ferzkirin. Herî kêm 185 jin bi şîdetê re rûbirû man. Mirina 61 jinan bi guman e. 6 zarok hatin kuştin."
 
Evrîm, da zanîn ku Pergala Stenbolê ji bo jinan girîng e û wiha dom kir: "Dev ji berdana Peymana Stenbolê tê wateya bêdengiya li hemberî şîdetê. Biryara ku hatiye girtin li dijî hiqûqê ye."