Têkildarî Bêrîtan Canozer daxwaza girtinê

  • 15:56 8 Nîsan 2021
  • Rojane
 
AMED - Nûçegîhana me Bêrîtan Canozer a li edliyeyê derket pêşberî dozger bi biryara girtinê sewqî dadgehê hat kirin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê hat destpêkirin de tevî nûçegîhana me Bêrîtan Canozer 22 jin di 5'ê Nîsanê de di saetên serê sibehê de di encama biserdegirtina malan de hatibûn binçavkirin. Ji 22 jinên hatin binçavkirin 14 jê îfadeya wan li emniyetê hat girtin. 
 
Jinên ji do bi şev de îfadeya wan bi dawî bûbû dîsa li emniyetê hatin sekinandin. Ji jinên ku anîn edliyeyê nûçegîhana me Bêrîtan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. 
 
Navên kesên anîn edliyeyê wiha ne:Bêritan Canozer, Zeynep Aykat, Sevim Biçici, Şehriban Zugurli, Ayşe Kanuş Zengin, Gurbet Ozer, Hasibe Yazdik, Nalan Goze, Nezahat Teke, Nurşen Akbal, Satiye Ok, Leyla Akgul, Figen Aras ve Zeynep Uren.
 
Her wiha nayê zanîn ku ew ê îfadeya 8 jinên din ên li emniyetê dê kengê bê girtin.