Nobeta 'edaletê' ya Emîne Şenyaşar di roja 31'ê de didome

  • 14:31 8 Nîsan 2021
  • Rojane
 
RIHA - Çalakiya nobetê ya malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 31'emîn de didome.
 
Xizmên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahim Halîl Yildiz di 14'ê hezîrana 2018'an de dema esnaf ziyaret dikirin, li dikana Heci Esvet Şenyaşar êrîşî wî û lawê wî kiribûn. Di êrîşê de bav û 2 law kuştin û 2 law jî birîndar kirin. Piştî bûyerê lawê wan ê birîndar Fadil Şenyaşar girtin. Çalakiya nobetê ya malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 31'ê de didome.
 
Emîneya ku tevî pirsgirêkên xwe yên tendirustiyê çalakiya rûniştinê didomîne diyar kir ku ew ê çalakiya xwe bidomînin.