Dadgehê îtîraza dozger a berdana rojnamegeran red kir
- 11:43 8 Nîsan 2021
- Rojane
WAN - Piştî ku rojnamevan hatin berdan dozgeriye li dijî berdanê îtîrazî 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê kiribû. Dadgehê îtîraza dozgeriyê red kir.
Li Wanê nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen, Cemîr Ûgûr, nûçegîhana me Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala di 9’ê cotmeha 2020’an de ji ber derbarê avêtina du welatiyan a ji helîkopetêrê nûçe çêkiribûn hatibû girtin. Her çar rojnamevan di danişîna ewil a di 2’yê nîsanê de li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat lidarxistin hatibûn berdan.
Piştî ku rojnamevan hatin berdan dozgeriye li dijî berdanê îtîrazî 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê kiribû. Dadgehê îtîraza dozgeriyê red kir.