PENa Romanyayê ji bo nivîskar û rojnamegerên girtîgehan name şand

  • 10:30 8 Nîsan 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - PENa Romanyayê bi armanca hevkariya bi nivîskar û rojnamegerên di girtîgehên Bakur û Tirkiyeyê de dest bi kampanyayê kir. PENa Romanyayê di çarçoveya kampanyayê de name ji 11 nivîskar û rojnamegeran re şand. 
 
Bi armanca piştevaniya bi nivîskar û rojnamegerên di girtîgehên Bakur û Tirkiyeyê de PENa Romanyayê dest bi kampanyaya piştevaniyê kir û di çarçoveya vê kampanyayê de 11 nivîskarên Romanyayê ji 11 nivîskar û rojnamegeran re name şandin. Ev name ew ê her roj li ser malpera xwe ya înternetê û rûpela xwe ya facebookê biweşînin.