Zarokê ku winda bû cenazeyê wî hat dîtin
- 09:55 8 Nîsan 2021
- Rojane
AGIRÎ - Zeynelabidîn Çelîk ê 8 salî ku li Agiriyê winda bûbû cenazeyê wî hat dîtin.
Li gundê Kûmlûgeçît ê girêdayî navenda Agiriyê duh Zeynelabidîn Çelîk ê 8 salî ji malê derketibû û agahî jê nehatibû girtin. Malbata ku agahî ji zarokê xwe negirt agahî da polîs û cendirmeyan. Tîmên lêgerînê yên AFAD'ê ji bo dîtina zarokê 8 salî xebat dan destpêkirin û cenazeyê wî li Çemê Mûradê yê 4 kîlometre dûrî gund dîtin. Cenaze ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Agiriyê.
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.