Dapîra Sezen Unlu: Gumanbar bihata girtin wê Sezen bijiya

  • 09:08 8 Nîsan 2021
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Dapîra Sezen Unlu, Remziye Oralli da zanîn ku dewlet li şûna jin û zarokan biparêze Peymana Stenbolê rakiriye û got gumanbar di gilîkirina ewil de bihata girtin wê Sezen niha bijiya. Remziyeyê ji bo doza Sezenê bang li rayagiştî kir.
 
Li Bornova a Îzmîrê Sezen Unlu ya 16 salî ji aliyê Anil Yolum ve bi tecawizê re rûbirû mabû û piştî vê neçar ma ku bi gumanbar re bijî. Lê Sezen di 27’ê Adarê de ji aliyê gumanbar ve bi bebeka xwe ya 5 mehî ya di zikê wê de hat qetilkirin. Dapîra Sezenê, Remziye Oralli da zanîn ku divê gumanbar ji tecawiz, qetilkirina du zarokan, bikaranîna hişbirê û derbkirinê bê darizandin. 
 
Remziyeyê daxuyakirin ku Sezen bi tecawizê re rûbirû maye û birine qerekolê lê tu tiştek nehatiye kirin û got: “Li şûna biryara dûrxistinê ger ku gumanbar ewil bihata girtin wê niha Sezen bijiya. Heta doz biqede divê rayagiştî piştgiriyê bide.”
 
Ji bo îxbara tecawizê tiştek nehat kirin
 
Remziye di berdewamiyê de destnîşan kir ku Sezen 3 salî bûye dê û bavê wê dest ji hev berdane û piştre Sezen dane bavê wê û wiha bi lêv kir: “Lê Sezen piranî ligel min ma. Bavê wê ji ber kar her tim diçû derveyê bajar. Ji ber vê metên wê Sezen mezin kirin. Mezin bû çû dibistanê. Di lîseya pîşeyî de hemşîretî dixwend. Di carekê de me bihist ku bi dergistibûye bûye. Min got ‘bixwîne, karê dê û bavê te tune.’ Ji bo vê soz da lê… Mêr 25-26 salî bû. Di kafeyê de dixebitî. Keça me xapand. Keça min bi tecawizê re rûbirû ma. Lê agahiya me tunebû. Beriya nîşanê me bihist, em çûn qereqolê me gilî kir. Lê tiştek derneket. Ne hat girtin ne jî hat darizandin.Tenê di destê bavê wê de rapor hene.”
 
Zextê civakê zewac lê ferz kir
 
Remziyeyê, da zanîn ku Sezen zarok bû, ger ku me dema gilî kir gumanbar bihata girtin wê Sezen xilas bibûya û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me got ‘keça min dest jê berde, evqas mirov rastî tecawizê tên, bihêle bila bê girtin.’ Got ‘na bila gotin neyê ser min ez dizewicim’. Temenê wê biçûk bû, mehra fermî jî nekirin. Bavê wê jî nexwest.”
 
Ne gumanbar, dayika wê hedef hat girtin
 
Remziyeyê anî ziman ku di çapemeniyê de hatiye gotin dayika wê Sezen terk kiriye û wiha axivî: “Ev îdia ji bo ku gumanbar sûcdar neyê dîtin, dayika wê sûcdar bê dîtin hatin gotin. Dayika wê terk nekir. Keçik dihat cem dayika xwe. Du mirovan bi hev nekirin dest ji hev berdan. Kî dibêje derewan dike. Dayikê nebaş didin nîşandan. Kalê wê di 2007’an de wefat kir. Neviya min dihat cem min jî. Piştre bavê wê girt û bir. Dema lîse dixwend dihat gel min. Herî dawî hatin Sezen xwestin. Min got qebûl neke. Wê jî got ez şerm dikim, ez dizewicim.”
 
‘Şahid tehdîd kir’
 
Remziyeyê, da zanîn ku Sezen piştî zewacê ducanî ma û wiha behsa rewşa wê kir: "Sezen ducaniya 5 mehî bû. Rastî şîdetê tê. Bavê wê bir qerekolê û biryara dûrxistinê girt. Wê şevê bi Sezenê re diaxive û keçik dibêje ‘Ez naxwazim’. Di 16’ê tîrmehê de wê biketa temenê 17 salî. Bi zaroka zikê wê re hat kuştin. Du zarok bi hev re hatin kuşt. Kesek li taxê tehdîd kiriye. Gotiye îfadeya xwe biguhere. Wê kesê gotibû min çûyîna Sezenê dîtiye. Wî jî tehdîd kiriye gotiye divê tu bêjî min nedîtiye. Me çi kir jî me bi neviya min neda fêmkirin. Gumanbar berê jî zarokek keç bi wêneyên wê tehdîd kiriye. Li zaroka min jî heman tişt kiriye. Razayî wêneyê wê kişandiye û avêtiye malperan. Ji hevalên xwe re avêtiye û gotiye Sezen min bi kesekî din re dixapîne. Ger ku gumanbar ewil bihata girtin wê niha bijiya.”
 
‘Dewletê li şûna parastinê, peyman rakir’
 
Remziyeyê wiha bal kişand ser betalkirina Peymana Stenbolê: “Dewleta ku divê jin û zarok biparasta Peymana Stenbolê rakiriye. Neviya min hîna zarok bû. Hîna nebibû 17salî. Bila wê peymanê pêk bînin. Bila rayagiştî piştgiriyê bide me. Heta doz bi encam dibe bila ligel me bin. Bila hemû jin ligel me bin. Ger neviya min nehatiba kuştin wê ew jî bibûn dayik.”
 
Remziyeyê di dawiya axaftinê de got neviya wê berê organên xwe bexş kiriye lê tenê korneaya wê hatiye bexşkirin û wiha dawî lê anî: “Ez ê biçim li wan çavan binêrin. Bila kujer ji tecawiz, qetilkirina du zarokan, hişbirê cezayê herî giran bigire.”