Betul a ji kar hat avêtin: Em ê rastiya gelan her tim vebêjin

  • 09:05 8 Nîsan 2021
  • Rojane
Dîlan Babat
 
ENQERE - Betul Koca ya di serdegirtinên malan de hat binçavkirin û di pêvajoya binçavkirinê ya 6 rojan de ji saziya tê de dixebitî ji kar hat derxistin diyar kir ku yek ji sedema binçavkirinan ev e ku dixwazin peyama ‘Dest nedin Kurdan hunê bişewitin’ bidin û got: “Em ne tenê rastiya Gelê Kurd em ê rastiya hemû gelan biqîrin.”
 
Êrîşên desthilatdariyê yên sîstematîk bûne xwe li her kolanê, her kargerê û malê dide hîskirin. Ji duh heta îro, zîhniyeta ku mirovan bi birçîbûnê terbiye dike, hema hema li her qadê derdikeve hember mirov. Di rojên borî de di serî de li Enqere û Stenbolê li gelek bajaran li hember malên rêveberên HDP’ê serdegirtin pêk hat û gelek kes hatin binavkirin. Li Enqereyê 10 kes hatin binçavkirin û dadgehê der barê sê kesan de cezayê hepsa malê da û 7 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Betul Koca ji 2015’an het niha hertim hatiye binçavkirin û der barê wê de 23 lêpirsîn hatine vekirin. Betul herî dawî hat binçavkirin û 6 rojan di bin çavan de ma û ji saziya taybet ya tê de dixebitî jî bi hinceta ‘bila saziya me zirarê nebîne em nikarin bi te re bixebitin’ ji kar hat derxistin.
 
‘Vediguhere şîdeta psîkolojîk’
 
Betulê destnîşan kir ku çepemaniya alîgir ev serdegirtinên malan wek ‘operayson’ serwîs kiriye û got: “Hemû binçavkirinên pêk tên sembolîkin û naveroka dosyayan vikvala tên pêşberî me. Serdegirtinên dawî jî bi ser doza girtina HDP’ê de hat û bi vê jî dixwazin ji ser HDP’ê peyamê bidin gel. Bêguman ji ber tu delîl û daneyek şênber tune ye, vediguhere şîdeta psîkolojîk. Desthilatdarî dema vê dike jî çapemeniya alîgirê wan piştgiriyê dide wan û me reş dikin û bêîtîbar dikin.”
 
‘Ji cihekî ku daraz siyasî tevdigere, em edeletê napên’
 
Betulê daxuyakirin ku di serdegirtina malan de pirtûkên bi bandrol wek delîl hatine girtin û ev di dosyayê de veguherîne ‘propaganda rêxistinê’. Betulê di berdewamiyê de wiha got: “Em hatine nokteyeke ku daraz êdî siyasî tevdigere. Ji cihekî ku daraz siyasî  siyasî tevdigere em edaletê napên. Hêzên ewlehiyê jî bi hêza ku ji vir digirin dikarin her tiştî bikin. Ji ber ku bêcezabûnek heye. Em vê ne tenê di binçan de li kolanê, di çalakiyan de, di daxuyanyên çapemeniyê de bi polîsan re dibînin. Di binçavan de Leyla Guven hat pirsîn. Pirsa ‘çima tu xwedî li çalakiya greva birçîbûnê derketî’ kirin.”
 
 'Dest nede kurdan tu yê bişewitî’
 
Betulê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji ber jinên kurd di têkoşîna azadiyê de cih digirin her tim dibin hedef û wiha dawî lê anî: “Ji 2015’an heta niha ez her tim bi rêk û pêk hatim binçavkirin û ji ber delîl tunebûn hatim berdan. Ez yek ji mîlyonan kesî me. Yên ku duh digotin em pirsgirêka kurd çareser dikin, yên hewcedarê dengên kurdan bûn, neheqî li mîlyonan kesî kirin û destên xwe kirin xwînê. Derdê wan ev e ku her kesî terorîst îlan bikin û cihên xwe saxlem bikin. Lê em duh çawa bi Gelê Kurd re em xwedî li têkoşîn û wekheviyê derketin îro jî em ê xwedî lê derkevin. Ji ber vê jî ketin pey binçavkirinan. Bivê jî dixwazin peyama ‘dest nedin kurdan hun bidin hunê bişewitin bidin. Em ê ne tenê rastiya Gelê Kurd,  rastiya hemû gelan vebêjin.”