‘Komeleya Rosa li Amedê bû hêvî’

  • 09:03 8 Nîsan 2021
  • Rojane
STENBOL- Siyasetmedaran bertek nîşanê operasyona li Amedê li hemberî siyasetmedarên jin hat kirin dan û diyar krin ku desthilatdarî hewl dide jinan bitirsîne û got divê bi piştevaniyeke enternasyonel piştgirî ji bo têkoşînê bê dayîn.
 
Li Amedê di 4’ê Nîsanê de di nav de Komeleya Jinan a Rosayê jî heyî bi ser gelek navnîşanan de hat girtin. Di nav de rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û nûçegîhana  me Berîtan Canozer jî heye 22 jin hatin binçavkirin. Ev operasyona ku piştî vekişîna Peymana Stenbolê pêk hat, wek ‘hewl didin jinan bitirsînin’ hat şîrovekirin. Her wiha biryara veşartinê dan ser dosyayê.
 
Nûnerên partiyên siyasî ên jin bertek nîşanê binçavkirinan dan.
 
‘Têkoşîneke girîng e’
 
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan Îdîl Ugurlu got ku têkoşîna jinan li pêş faşîzmê bûye barîkatek mezin û wiha berdewam kir: " TJA ji aliyê hemû tevgerên jinan yên cîhanê ve tê şopandin. Xebatên wan tên şopandin. Yek ji tevgera pêşeng a têkoşîna jinê ye. Dîsa komeleya jinan ne girêdayê cihekî ye. Dayikên Aştiyê dîsa wisa. Yek ji têkoşînên girîng a mînake li cîhanê. Desthilatdarî bi êrîşên sîstematîk hewl dide jinan bê hêz bike. Lê ev wê pêk neyê. Desthilatdariyeke ku piraniya jinan wê napejirînin heye. Ev jî rê dide ku têkoşîna jinê mezintir bibe. Ji ber jin bê navber têdikoşin, dest ji azadî, nasname û mafên xwe bernadin wê vê hîn bêtir mezin bikin. Jin tenê bi peyamê sînor namînin. Pratîka vê jî dikin jiyanê. Divê bi piştevaniyek enternasyonal ji bo têkoşîna jinê piştgirî bê dayîn û ligel hev cih girtin hebe."
 
‘Komeleya Rosa li Amedê bû hêvî’
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Rizgariya Jinû ve Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce jî anî ziman ku ev demek dirêje desthilatdarî hewl dide jinan biçewisîne, bitirsîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: " Bi operasyona dawî jî peyama ‘an hunê serî bitewînin an jî hunê rastî zextan bên’ dane. Jin demek dirêje li dijî polîtîkayên desthilatdariyê bêdeng namînin. Me dît ku di pêvajoya pandemiyê de jî jinan têkoşîna xwe meşandine. Qeyûm tayînê saziyên me kirin. Lê me dîsa komele vekirin. Komeleyên jinan gotin ‘em ne avahî ne, em ne li cihekî ne, em li her derê ne em li her derê têdikoşin.’ Komeleya Jinan a Rosa di demeke ku zext zêde bibûn de li Amedê bû hêvî. Komeleya Rosa ji roja hat avakirin heta niha rastî zextan hat. Desthilatdarî ligel dijminahiya jinê dijminahiya li hember Kurdan jî didomîne. Hewl dide tevgera jinên kurd biqedîne. Ji ber dizane ku tevgera jinên kurd, bi jinên li Tirkiyeyê re bibe yek wê dînamîkek mezin derkeve holê. Ev bi riya qeyûman ceriband. Komele girtin. Lê dîsa jî nebû. Ji ber ku jinan li her qadê têkoşîn meşandin. Em carek din dibêjin ‘em dest ji têkoşîna xwe bernadin. Em ji bo Peymana Stenbole û jiyanên xwe têkoşîna xwe didomînin."
 
‘Em şûnde gavê navêjin’
 
Endama meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Kadriye Ozguç jî diyar kir ku jin dest ji destkeftiyên xwe yên bi bedelên giran bidestxistine bernadin û ev tişt got, "Ji vir şûnde jî wê êrîşên li hember jinan zêde bibin. Êrîşa li hember Komeleya Jinan a Rosa, hinceta mezinkirina têkoşîna me ye. Ji vir şûnde pêvajo ji bo me dibe ku hîn bêtir giran be. Em bi pozîsyoneke êrîşa nû re rû bi rû ne. Em van êrîşan şermezar dikin. Em şûnde gavê navêjin. Yên dibêjin belkî em şûnde gavê davêjin, bila bitirsin. Wê dengê me hîn bêtir gûrtir derkeve. Di nav kesên hatine binçavkirin de dayikên aştiyê jî hene. Yekane daxwaza dayikan ev e ku rondik neyên barandin. Ger ku dewlet ji serhildan û rondikên dayikan bitirse; di esasê de di alî me de qediyaye. Ev êrîş wê tu encamê nede."