'Dixwazin bi lêgerîna tazî rûmeta me bişkînin'

  • 09:02 8 Nîsan 2021
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Melîha Fîdan a ku çû serdana lawê xwe Osman Fîdan ê ku 6 sal e di girtîgeha Tîpa T a Şirnexê de tê girtin û lêgerîna tazî lê hat kirin bertek nîşanî vê pêkanînê da û got:" Lêgerîna tazî pêkanîneke dijmirovî ye û dixwazin bi vê lêgerînê rûmeta me bişkînin. Bila dawî li vê îşkenceyê bînin."    
 
Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan roj bi roj zêde dibin. Lê ji van binpêkirinan a herî xirab jî "lêgerîna tazî" ye. Di demên dawîn de parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergeroglu ê ku îqtîarê parlamenteriya wî xist û niha di girtîgehê de ye ev îşkenceya lêgerîna tazî anîbû rojeva meclisê. Li gel ku Serokwekîla Koma AKP’ê Ozlem Zengîn  pêkanîn  înkar kir jî lêgerîna tazî bû sedema bertekên gel û gelek jinan diyar kir ku ev îşkence li wan hatiye kirin. 
 
Melîha Fîdan (55) a ku di 22'yê Adarê de çû serdana lawê xwe Osman Fîdan ku 14 sal û 6 meh ceza lê hatiye birîn û 6 sal e girtî ye jî bertek nîşanî lê gerîna tazî da û got ku heman îşkence li wê jî hatiye kirin.  
 
'Bi vê rêbazê êşkenceyê li malbatan dikin' 
 
Meliha, anî ziman ku di 22'ê Adarê de ji bo hevdîtina girtî ya kurê xwe çûye Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê û lêgerîna tazî lê hatiye kirin. Meliha, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got, "Dema em ji bo hevdîtinê ketin girtîgehê gardiyanên jin li ser me lêgerîn kirin û piştre jîji min re gotin 'kincên xwe ji xwe bikin em ê li ser we lêgerînê bikin'. Min ev tişt qebûl nekir. Ji ber ku min qebûl nekir kincên min bi zorê ji min kirin. Piştî lêgerînê ez çûm hevdîtina kurê xwe û min jê re jî mijar got. Li ser vê yekê daxwazname ji Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê re nivîsî û şand. Bi lêgerîna tazî dixwazin rûmeta me bişkînin. Bi vê pêkanînê re li me malbatan jî îşkenceyê dikin. Her wiha ev lêgerîn tenê li min nekirin dayikeke din a bimin re jî bi heman awayî lêgerîn lê hat kirin. Piştre me serî li ÎHD'ê jî da.  Piştî wê lêgerînê min nema xwest ez biçim hevdîtinê."
 
'Dixwazin bi lêgerîna tazî rûmeta me bişkînin'
 
Meliha, bertek nîşanê lêgerîna tazî da û diyar kir ku kesên îro lêgerîna tazî dikin şerm nakirin û wiha domand: "Çawa dikarin vî tiştî bikin. Çawa dikarin dayikekê tazî bikin û li ser bigerin. Ev bê ehlaqî ye. Em dixwazin derbarê kesên li heber me ev tişt kirin derbarê wan de lêpirsîn bê vekirin. Dixwazin bi lêgerîna tazî rûmeta me bişkînin. Lê belê em vî tiştê qebûl nakin. Bila dawî li vê îşkenceyê bînin. Çima dijmirovî nêzî me dibin. Mafê me ye ku em biçin girtîgehê zarokên xwe bibînin. Lê nayê wê wateyê ku me bê rûmet bikin. Ev gardiyanê ku lêgerîna tazî li min kir gotin nû hatiye girtîgeha Şirnexê. Nêzîkatiyeke wê ya hovane hebû. Ev hikûmet çi ji me dixwaze."
 
'Yên dibêjin lêgerîna tazî tune ye bila li girtîgehan binêrin'
 
Meliha, bal kişand ser gotina Ozlem Zengîn a AKP'yî ku pêkanîna îşkenceya lêgerîna tazî înkar kiribû û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: "Kesên ku dibêjin lêgerîna tazî tune ye bila li gîrtîgehan binêrin. Em bi xwe bi heman pêkanînê re rûbirû man. Lêgerîna tazî bi destên hikûmetê tê meşrûkirin.  Bila demildest dawî li vî îşkenceyê bînin."  
 
'Binpêkirina mafan li girtîgehan gelek zêde ye'
 
Meliha, destnîşan kir ku kurê bi awayek bêhiqûqî hatiye girtin û di navbera çar dîwaran de ye û wiha pêl da axaftina xwe: "14 sal û 6 meh ceza li kurê min hatiye birîn. Kurê min bê sûc e. Îro gelek kes wek kurê min bêsûc di navbera çar dîwaran de tên girtin. Ji ber pandemiyê em nikarin herdem biçin hevdîtina wan jî. Em ji rewşa tendirustiya wan bi fikar in. Ji ber koronayê tendirustiya wan di xeterê de ye. Dema em diçin hevdîtinê hîn 10 deqe heye ji xilasbûna hevdîtinê re gardiyan dibêjin dema we nema. Zextên li ser girtiyan zêde ne."
 
'Em şahidê lêgerîna tazî ne'
 
Meliha, di dawiya axaftina xwe de bang li hikûmetê kir ku demildest dawî li lêgerîna tazî bînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bila destên xwe jî ser rûmeta me vekişînin. Em dixwazin ev bêhiqûqî demildest bi dawî bibe. Bi vê lêgerîna tazî ku li me dikin zarokên me jî ji aliyê derûnî de îşkence dikin. Em li hember vê bêrûmetiyê bêdeng nabînin. Em şahidê lêgerîna tazî ne."