Hempîşeyên Berîtanê: Dixwazin jinan bêdeng bikin

  • 09:01 8 Nîsan 2021
  • Rojane
Sema Çaglak - Şehrîban Aslan 
 
AMED - Hempîşeyên Berîtanê xwestin Berîtan demildest serbest bê berdan. Dîcle Muftûoglu, diyar kir ku rojnamegerên jin hedef tên girtin. Bahar Kiliçgedik, da zanîn ku rojnamegerî ne sûc e. Safiye Alagaş jî destnîşan kir ku dixwazin dengê çapemeniya azad qut bikin.
 
Di 5’ê nîsanê de serê sibehê polîsan li ser gelek malan ve girtin û nûçegihana me Berîtan Canozer jî di nav de 22 jin binçav kirin. Her wiha derbarê lêpirsinê de biryara veşartinê hat dayîn. Polîsan bi ser mala Berîtanê ya li navçeya Rezan a Amedê de girtin û tiştên malê belav kirin. Polîsan dest danî ser gelek pirtûk û materyalên dîjîtal. Hempîşeyên Berîtanê yên xebatê, banga piştevaniyê li rojnamegeran kirin û xwestin Berîtanê demildest serbest bê berdan.
 
Hevseroka Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamyayê Dîcle Muftuoglu diyar kir ku Tirkiye ji bo rojnamegeran veguheriye girtîgeha servekirî û got: “Mixabin li Tirkiyeyê her roj zext, binçavkirin û girtin pêk tên. Bi taybetî jî li ser rojnamegerên kurd ev zext zêdetir dibe. Ango di her operasyonên siyasî de rojnamegerek jî tê binçavkirin. Lê bi, taybetî jî rojnamegerên jin hedef tên girtin. Jinên ku di nav şert û mercên dijwar de dixwebitin tên binçavkirin û tên girtin. Em dikarin bêjin ev zext û êrîş li hemberî têkoşîna jinan pêk tê.”
 
‘Rojnamegerên jin hedef tên girtin' 
 
Dîcleyê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser Peymana Stenbolê jî û diyar kir ku desthilatdar dixwaze muxalîfan bêdeng bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Jin di her demê de li kolanan bi çalak in. Piştî feshkirina Peymana Stenbolê jin zêdetir bi çalak bûn. Bi vî awayî êrîşên li ser jinan jî du qat zêdetir bû. Rojnamegerên jin dengê jinan radigihînin bûn hedef. Hevala me Berîtan Canozer jî yek ji wan e. Berê bi hineceta 'Bi kelecan e' hatibû girtin. Rojnamegerek çawa bi vê hincetê tê girtin gelo? Rojnameger ji ber karên xwe tên darizandin. Lê belê tevî astengiyan dîsa jî çapameniya azad bêdeng namîne û dê rastiyan binivisîne.”
 
‘Rojnamegerî ne sûc e’
 
Dîcleyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku rojnamegerî ne sûc e û bang kir ku divê Berîtan serbest bê berdan û wiha axivî: “Em çiqas li dijî van êrîş û zextan xwe bi rêxistin bikin, em dikarin ew qas êrîşan vala derxînin. Me mînaka herî dawî li Wanê bi girtina 4 rojnamegeran dît. Li ser van girtinan bertekên mezin hatibû nîşandin û ji aliyê civakê xwedî derketinek mezin pêk hatibû û 4 hevalên me jî serbest hatin berdan." 
 
‘Divê Berîtan serbest bê berdan' 
 
Nûçegihana Arti Tv Bahar Kiliçgedîk jî diyar kir ku Berîtan rojnameger e û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Rojnameger Berîtan her tim li dijî zîhniyeta mêr di nava têkoşînê de bû. Jinên ku li Amedê hatin binçavkirin bi taybet jinên têkoşer in. Bi van binçavkirin ji aliyek têkoşîna jinan hatiye hedef girtin ji aliyek din jî rojnamegerên ku ev têkoşîna jinan dixin nûçe hatiye hedef girtin. Binçavkirina Berîtane tê wateya hedef girtina nûçeyan. Em carek din dubare dikin em şahîda rojnamegeriya Berîtanê ne. Rojnamegerî ne sûc e û divê Berîtan desmildest serbest bê berdan.”
 
‘Dixwazin jinan bêdeng bikin' 
 
Nûçegihana me Safiye Alagaş jî bal kişand ser binçavkirina Berîtanê û wiha bi lêv kir: "Berîtan bi salan e rojnamegeriyê dike. Zarokek biçûk bigirin heta polîsan û tevahî Tirkiyê dizane ku Berîtan rojnameger e. Berîtan bi salan e li ajansa jinan ji bo jinan têdikoşe. Berîtan gelek caran ji ber xebatên xwe yên rojnamgeriyê hatiye darizandin û hê jî tê darizandin. Lê dîsa jî em dibêjin rojnamegertî ne sûc e. Binçavkirina Berîtanê ji bo çavtirsandinê ye. Bi vî awayî dixwazin jinan bêdeng bikin û dengê çapemeniya azad qût bikin.”
 
‘Em ê xwedî li Berîtanê derkevin’
 
Safiye da zanîn ku di demên dawiyê de bêtir rojnamegerên jin hedef tê girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi taybetî di demên dawiyê de têkoşîna jinan ji hêla rojnamegerên jin ve tên ragihandin. Ji ber vê sedemê jî herî zêde li hemberî rojnamegerên jin êrîş heye. Piştî tehliye kirina hevalên me yên Wanê binçavkirina Berîtanê jî ne tesadûfiye. Ev jî parçeyek ji polîtîkaya wan e. Lê dîsa jî em şûnde gav navêjin. Em bi salan e em hem ji bo nasnameya jinê û hem jî ji bo rojnamegeriya jinan têdikoşin û em tu carî tavîzê nadin. Di destê me de tenê têkoşîna me heye. Çi dibe bila bibe em ê xwedî li Berîtanê derkevin û hêvî dikin ku di demek nêz de serbest bê berdan."