Komeleya Jinan a Star kongreya xwe pêk anî

  • 16:16 7 Nîsan 2021
  • Rojane
 
WAN - Komeleya Jinan a Star îro kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de jinan da zanîn ku dê têkoşîna xwe mezin bikin û gotin: "Em li vir carek din bang dikin û dibêjin em bêdeng nabin, em serî natewînin û em ê têkoşîna xwe bi rêxistinkiri mezin bikin."
 
Komeleya Jinan a Starê ku li Wanê saleke li dijî tundiya li ser jinan têkoşînê dide dê îro li Eywana Konferansyê ya Baroya Wanê 1'emîn Kongreya xwe pêk anî. Jinan bi cilên xwe yên kurdewarî tevlî kongreyê bûn. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Handan Karakoyun û endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê, endamên Komîsyona Jinan a Baroyê, Meclîsa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Wanê, aktîvîsta Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) a ku ji hêla KHK'ê ve hatî girtin Zozan Ozgokçe, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê, endamên MEBYA-DER'ê û gelek jin tevlî kongreyê bûn. 
 
Kongre bi rêzgirtinê dest pê kir û dîvan hat bijartin. Di dîvanê de rêveberên berê yên komeleyê Meryama Arslan, Emîne Bozkurt û Aslihan Şedal cih girt. Meryama axaftina vekirinê kir û bal kişand ser têkoşîna jinan. Meryama, diyar kir ku di nava salekî de ji bo jinan gelek bername li dar xistine. Piştî axaftina Meryamayê derbarê xebatan de sînevîzyonek hat nîşandan. 
 
Piştre rêvebera komeleyê Rojbîn Bor mafê axaftinê girt û wiha got: "Di 8'ê Adarê de bi TJA'yê re pîrozbahî hat lidarxistin. Li dijî betalkirina Peymana Stenbolê bi jinên Wanê re em kom bûn û me çalakî li dar xistin. Her wiha li dijî şîdeta li hemberî jinan me bi Odeya Ajokaran a Wanê re bi navê 'Em li dijî şîdeta li hemberî jinê pêl frenê dikin' xebatek da destpêkirin. Di nava salekî de bi gelek jinan re me hevdîtin pêk anî û me tora xwe ya piştevaniyê berfireh kir."
 
Seroka komeleyê Serap Guvenç jî bal kişand ser pêvajoyê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Jinan her tim di pêvajoyên girîng de xwe nû dikin û tecrubeyên xwe parvedikin û kêmasiyên xwe berçavan re derbas dikin. Em ê li dijî şîdeta li hemberî jinê ya di nava malê de têkoşîna xwe bidomînin. Em ê bi piştevaniya jinan xebatên xwe bidomînin. Em carek din dibêjin: Em îteat nakin, em li gorî daxwaza îqtîdarê tevnagerin, em ê ji bo jiyaneke azad û wekhev têkoşîna xwe bidomînin. Li dijî şer û şîdetê em ê dengê xwe bilind bikin."
 
Piştî axaftinan serok û rêveberên komeleyê hatin aşkerakirin. Parêzer Dîlan Kunt Ayan bû seroka komeleyê û Sevgî Ozdînç, Meryema Arslan, Mizgîn Bor û Emîne Bozkurt jî bûn rêveber. 
 
Li ser navê rêveberiya nû Dîlan axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê şîdeta li hemberî jinan her roja ku derbas dibe zêde dibe û got: "Her roja ku derbas dibe şîdeta li hemberî jinê belav diki. Ne tenê li kolanan êdî li malê jî jin ne di ewlehiyê de ne. Em her roj dibin şahidê kuştina jinan. Lê ligel her cûreyên şîdetê têkoşîna jinan dewam dike. Em ne tenê li dijî kedxwazî û zextên zayendperestiyê têdikoşin, em ji bo azadî, wekhevî û edaletê têkoşîn. Em li vir carek din bang dikin û dibêjin em bêdeng nabin. Em serî natewînin. Em ê têkoşîna xwe bi rêxistinkiri mezin bikin."
 
Jinên ku di kongreyê de mafê axaftinê girtin banga mezinkirina têkoşîn û piştevaniyê kirin. 
 
Kongre bi govend gerandinê bi dawî bû.