‘Em ê li dijî her cureyên şîdetê dakevin qadan'

  • 09:09 7 Nîsan 2021
  • Rojane
Hîkmet Tunç
 
WAN - Jinên Wanê li dijî vekişîna Peymanê Stenbolê û binçavkirinan dê dakevin qadan. Jinan banga tevlîbûna meşê kirin û gotin: "Em ê li dijî zextan her tim li kolanan bin. Em ê mafê xwe yê jiyanê biparêzin." 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 28'ê adarê de civînek li dar xist û di çarçoveya kampanyaya "Ji bo jinan edalet"de biryara meşê girtibûn. Mêş dê li Amed û Wanê bê lidarxistin. Jinên Wanê li dijî betalkirina Peymana Stenbolê û her wiha li dijî binçavkirina 22 siyasetmedarên jin dê dakevin qadan. Meşa jinan dê li Wanê dê di 10’ê Nîsanê de li kolana Hunerê dest pê bike. Jinan banga tevlîbûna meşê kirin. 
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Dîlan Yildiz, diyar kir ku kuştina jinan her roj zêde dibe û got: "Bi feshkirina peymanê re kuştinên jinan derket du katî. He roj herî kêm 6 jin tên qetilkirin. Divê desthilatdarî dest ji polîtîkayên dijminê jinê berde. Ez banga mezinkirina têkoşînê dikim. Em ê bi meşa ku pêk bînin carek din bêjin ku em ji peymanê venakişin. Em ji bo vê bên gel hev."
 
Hevseroka HDP’a Îpekyolu Canan Uzunay destnîşan kir ku dê li dijî şîdetê têkoşîna xwe bidomînin û wiha axivî: "Bersiva herî mezina ji bo zîhniyeta mêr dengê kolanê ye. Em ê li dijî her cureyên şîdeta li ser jinan li kolanan bin. Dem dema bilindkirina têkoşînê ye. Divê em carek din li dijî astengiyan dengê xwe bilind bikin."
 
Endama Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Xizmên Xwe di Derguşa Şaristaniyan de Windakirine (MEBYA-DER) Ceyda Dîndar, da zanîn ku operasyonên ku pêk hatin ne tesadûfiye û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Operasyona binçavkirinaa siyasetmedarên jin di dema amadekariyên meşê de pêk hatin. Ev operasyon ne tesadufiye. Desthilatdarî êrîşên xwe bidomîne jî jin tu carî dest ji têkoşîna xwe bernadin. Operasyon bi armanca astengkirinê ye. Divê em xwedî li meşê derkevin û bi hêzek xurt tevlî meşê bibin."
 
Rêvebera HDP’ê ya Wanê Nurcan Kayar jî banga serbestberdana siyasetmedarên jin kir û da zanîn ku dê li dijî zext û zordariyan li kolanan mafê xwe biparêzin. 
 
Endama Komeleya Jinan a STAR Rojbîn Bor, destnîşan kir ku sedema operasyonan baş tê dîtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi feshkirina peyman û binçavkirina jinan asta şîdeta li hemberî jinan bilind kirin. Dewlet dijminê jinê ye. Bi operasyonan peyama ku tê dayîn aşkeraye. Desthilatdarî zîhniyeta serdest ya mêr xwedî dike û hewl dide civakê bi vê zîhniyetê teşe bike. Hewl didin jinan nav çar dîwaran de heps bikin. Zîhniyeta serdest a mêr bi hezaran salane êşên mezin bi jinan didin jiyîn. Jinên li dijî rolên makul serî netewandin, hatin şewitandin û carna bi hinceta namûsê hatin recmkirin, kuştin. Dem hat nav çar dîwaran de tenê hatin hiştin, hatin tirsandin û pasîfkirin. Tevî vê jinan tu car dest ji têkoşînê bernedan. Têkoşîna jinan gelek pêş ketiye. Em ê bi piştevaniyê jinê demên hîn xweştir bijîn. Bijî piştevaniya jinan."