'Divê her kes bikaribe bi zimanê xwe biaxive'

  • 09:06 7 Nîsan 2021
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Jinan diyar kirin ku qebûlkirina kurdî ya wek zimanê fermî û perwerdeyê, bêguman muxatabên wê kurd in û nûnerên wê ne û gotin ji bo pêşxistina kurdî divê xebat bidomin.
 
Li Tiriyeyê de di serî kurdî gelek zimanên din ne di statuya qanûnî de ne. Li gorî xala 27’emîn a Peymana Lozanê gelên Rum, Ermenî û Yahudî bi şerdê kontrola dewletê dikare ddibistanê vebikin.
 
Ji bo zimanê kurdî jî asîmîle nebe û neyê jibîrkirin tevgera zimanê kurdî kampanyayan pêk tîne û ya dawî jî li ser change.org bi daxwaza ‘bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê’ bû. Jinan der barê kampanyayê de nêrînên xwe anîn ziman.
 
'Navên kurdî çima ecêb tên dîtin'
 
Handan Yilmaz der barê mijarê de axivî û got zimanê wan ne azad e dema diaxivin biçûk tên dîtin û got: “Ji ber zimanê kurdî ne zimanê perwerdeyê ye zarokan ziman ji bîr kiriye. Perwerdeya bi zimanê dayikê pêwist e. Divê her kes bertek nîşan bidin. Ev mafê mirovan e. Du kes di otobusê de dema bi kurdî diaxivin û her kesî bi çavek din lê nêrî. Her kes bi rehetî zimanê xwe diaxive lê kurd nikarin. Navên kurdî jî ecêb tên dîtin. Ez zimanê xwe tu car ji bîr nakim. Sê zarokên min hene. Navê hersêyan jî kurdî ye.”
 
'Divê her kes bikaribe bi zimanê xwe biaxive'
 
Ayşe Kara a li Kadîfekaleyê rûdinê wiha got: “Ez ji Baybûrtê me. Zimanê her kesî heye. Di vir de tiştek şaş tune ye. Her kes zimanê xwe diaxive divê kurd jî biaxivin. Ez tirk im. Ez bi zimanê xwe diaxivim.”
 
'Em dixwazin zarokên me fêrî kurdî bibin'
 
Naciye Yildirim jî daxuyakirin ku di dema rêveberiyên xweser de ji Mêrdînê hatine û wiha pê de çû: “Min tirkî nizanibû. Ez hatim Îzmîrê ez fêr bûm. Neviyên min li bajar mezin bûne. Diçin dibistanê û ji ber vê jî kurdî nizanin. Ma gelo mirov dê û bavê xwe ji bîr dikin. Mirov zimanê xwe jî ji bîr nakin. Em dixwazin zarokên me fêrî kurdî bibin. Bila li dibistanan dersa kurdî bidin. Gelo wê zirara wê ji kê re hebe.”
 
Raîfe Ay jî bi lêv kir ku tenê kurdî fêrî zarokên xwe kiriye lê li derve tirkî fêr bûne û bal kişand ser girîngiya perwerdeya zimanê dayikê û got bila zarokên wan bi zimanê xwe pewerdeyê bibînin.
 
Jina bi navê Havva jî ev tişt vegot: “Li Tirkiyeyê ji bilî tirkî zimanên din di bin zextê de ne. Ji 1990’î heta niha qezencên hatine bidestxistin di encama têkoşînê de hatine girtin. Dewlet mafê ziman nade û difikire ku bide wê kontrol ji dest derkeve. Ev mafê mirovan e.”
 
‘Wê hewldan nîvco bimînin’
 
Ji Komeleya Lêkolîna Kurd Aysel Tabak jî bal kişand ser ziman û got divê zimanê dayikê bibe zimanê perwerdeyê û wiha dawî lê anî: “Bi perwerdeyê wê ziman bikevin malan. Ji bo axaftina ziman divê ziman bibe zimanê perwerdeyê. Heta wisa nebe jî wê her tişt nîvco bimîne. Bi têkoşîna Apê Musa wan di salên 1990’î de bi kovar û rojnameyan huner jî pêş ketiye lê deskeftiyên hatine bidestxistin têr nakin. Asîmîlasyonek mezin heye. Li Êlihê sazî bi OHAL’ê re hatin girtin. Li Amedê Şano, Navenda Çanda Cegerxwîn, esntîtu hatin girtin. Xebat hatin sekinandin. Kedek mezin tê dayîn. Em dixwazin ku ev sazî dîsa bikevin faliyetê. Ji ser ziman civak rastî zextan tên. Bi taybet jin rastî şîdetê tên û di pêkanîna KADES’ê de kurdî tune ye. Mînak Fatma Altinmakas ji ber li qerekolê kurdî diaxive îfadeya wê nayê girtin. Ev mînakek balkêş e.”
 
Kampanya didomin
 
Ayselê wiha dawî lê anî: “Di nav demê de dem bi dem kampanya tên destpêkirin û niha li ser change.org kamapanya îmzeyan didome. Me wek komele li saziyan kampanyaya axaftina bi kurdî pêk anî. Ger ev di xebatan de çalak zimanê xwe bi kar bînin wê bigihêje gel jî. Divê kurd çanda xwe nas bikin. Peywira me ev e ku gel vê bibînin, xwendin û nivîsandinê zêde bikin. Her wiha divê çapemenî jî kurdî bi bandor bi kar bînin.”