Li dijî girtina 22 jinan bertek: Em ê têkoşînê mezin bikin

  • 09:03 7 Nîsan 2021
  • Rojane
ENQERE - Li Amedê di nav de nûçegîhana me Berîtan Canozer jî heye 22 jin hatin binçavkirin. Jinan bertek nîşanê vê dan û diyar kirin ku desthilatdariyê li dijî jinan şer daye destpêkirin û gotin: “Em ê zîhniyeta wan îfşa bikin û li dijî van êrîşan têkoşîna xwe mezin bikin.”
 
Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve di lêpirsîna hat vekirin de di nav de nûçegîhana ajansa me Berîtan Canozer jî heye 22 jin duh sibehê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Bertekên li dijî binçavkirinan didomin.
 
‘Em ê zîhniyeta wan îfşa bikin’
 
Hevseroka HDP’a Sîncanê Fatma Kiliçarslan da zanîn ku di pêvajoya sala dawî de têkoşîna jinan her roj bi operasyonên binçavkirinê re hatiye rû hev û got: “Desthilatdarî bi taybet li herêmê berê xwe dide jinên ku têkoşînê dimeşînin. Sedema herî mezin a êrîşên li hember têkoşîna jinê eve ku jin welatekî tarî yê ku tê xwestin bê avakirin, naxwazin. Her carê jin ji bo bertek nîşan bidin daketin kolanan. Em baş dizanin ku ji bo peşî li têkoşîna jinan bigirin van êrîşan pêk tînin. Wek her carê wê jin îro jî li dijî van êrîşan têkoşîna xwe mezin bikin. Aliyê rewa em in, em ji bo maf û jiyana xwe têdikoşin. Em dest ji vê têkoşînê bernadin. Em ê hem zîhniyeta wan îfşa bikin û hem jî têkoşîna xwe mezin bikin.”
 
‘Naxwazin hêza jinan bê dîtin’
 
Fatmayê di berdewamiyê de bi lêv kir ku nûçegîhanên Jinnews ku dengê jinan bi civak û cîhanê didin bihistin , hedef tên girtin û wiha dawî lê anî: “Naxwazin ev zext û zilma li jinan tê kirin, bê zanîn bê dîtin. Ji ber vê jî xebatkarên çapemeniyê hedef digirin. Çi dibe bila bibe wê têkoşîna hevalên me yên rojnameger ên jin bidome.”
 
‘Bi girtinan nikarin pêşî li jinan bigirin’
 
Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîlîoglu jî destnîşan kir ku êrîşên li hember têkoşîna jinê bê navber didomin û bi biryarnameya serokomariyê peymana Stenbolê hatiye feshkirin û wiha pê de çû: “Em van zextan bi tundî şermezar dikin. Bila hevalên me demildest bên berdan. Wê carek din bê dîtin ku bi zextan nikarin pêşî li têkoşîna jinan bigirin. Em ê ligel hevalên xwe bin. Bijî têkoşîna me jinan.”
 
‘Jinan kelepçe derxistin û ketin qadan’
 
Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren jî wiha got: “Desthilatdarî bi faşîzmê re bûye yek beden. Di 8’ê Adarê de desthilatdarî ket zorê. Jinan di 8’ê Adarê de kelepçeyên elektronîk derxistin û ketin qadan. Bi cesaretek mezin hepsa malê têk birin. Peymana Stenbolê hat feshkirin. Jinan li qadan dengê xwe bilind kirin. Em bi dirûşma ‘jin warê jinê ye’ ketin riyan. Em her tim ligel jinên ku rastî şîdetê hatine ne. Me hewl da em perspektîf û tora xwe ya piştevaniyê berfireh bikin. Tehemula me jinan êdî nemaye.”
 
‘Em dixwazin destkeftiyên xwe şûnde bigirin’
 
Elîfê ani ziman ku di krîzên aborî de ewil êrîşa li hember jinan esas digirin û ev tişt anî ziman: “Pêşî li jinan digirin û li wan didin. Em bi desthilatdariyeke ku her tim jinan mexdur dike re rû bi rû ne. Dixwazin destkeftiyên me ji me bigirin. Dixwazin destkeftiyên ku di encama têkoşîna bi salan de hatine girtin ji dest bigirin. Dixwazin jinan hepsê malê bikin. Bi taybet li hember jinên kurd êrîş zêde ye. Lê jin her carê xurtir dertên holê. Jinan bi vê hişmendiyê kolan û qad tije kirine. Ayşe Gokkan 83 caran hat binçavkirin. Lê her carê zêdetir xurt bû. Bi heman awayî Leyla Guven jî berxwedanek mezin nîşan da. Eylem Aktaşlar ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê li  ber xwe da û nemir bû, jî li dijî vê desthilatdariyê bû dersek mezin. Ji ber vê jî ev zext û êrîş jinan naçewisînin.”
 
Berdevka Jinan a HDP’a Enqereyê Zeyno Bayramoglu jî bertek nîşanê binçavkirinan da û daxuyakirin ku divê jin demildest bên berdan û wiha berdewam kir: “Divê jinên hatine binçavkirin demildest bên berdan. Li her derê cîhanê êrîş li hember jinan heye û jin ji bi berxwedan û têkoşînên mezin şûnde gavê navêjin. Em têkoşîna hevalên xwe silav dikin. Em careke din balê dikişînin ser hêza yekbûyî ya têkoşîna jinan a li welatê me û qada navneteweyî.”