'Tecrîd sûcê mirovahiyê ye'

  • 09:02 7 Nîsan 2021
  • Rojane
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Songul Dogan a HDP’yî û Qedrîye Yilmaz a DBP’yî têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiyên grevên birçîbûnê yên dewam dikin wiha gotin: "Tecrîda li ser girtiyên siyasî li dijî aştiyê ye û di heman demê de darbeyeke mezin a li dijî demokrasiyê ye."
 
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome. Li dijî tecrîd û binpêkirina mafan a li girtîgehan girtiyên siyasî ji 27’ê Mijdara 2020’an ve dest bi greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem kiribûn. Çalakî di roja xwe ya 132’yemîn de berdewam dike.
 
Hevşaredara bajaroka Perî ya Mazgêrd a Dêrsimê ya ku li şûna wê qeyûm hatî tayînkirin Songul Dogan û hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Qedriye Yilmaz têkildarî tecrîd û binpêkirina mafan bi ajansa me re axivîn.
 
'Di hemû şerd û mercan de em li vir in'
 
Songulê bal kişand ser êrişan û wiha domand:"Em ji êrişan û gefan re ne biyanî ne. Bi sedsalan e ev êriş berdewam dikin. Di pêvajoyên dawî de jî girtin, qeyûm, tundî, îşkence heta girtina partiyan û xistina parlamenteriya HDP’yîyan û bi salan tecrîda girankirî berdewam dike. Li hemberî tecrîd, gef, girtin û îşkenceyan tucarî serî netewand. Me tucar pişta xwe neda gel. Em li ba gelê xwe ne. Di hemû şerd  û mercan de. Yên ku dixwazin bi vî rengî rêxistina me tafsiye bikin pir şaş dikin."
 
'Divê em bi hev re deng bidin'
 
Songulê wiha gotina xwe bi dawî anî:"Tecrîda girankirî ya li ser hemû girtiyan sûcê mirovahiyê ye û tiştekî ku nayê erêkirin e. Em weke partiyek siyasî ku rastî êrişê tên jî em ê tecrîdê erê nekin û sekna xwe ya li hemberî wê nîşan bidin. Divê hemû gel jî bi bertek bin. Ji bo demildest tecrîd were şikandin û dawî li binpêkirina mafan were. Pêwîst e em bi yek dengî dengê xwe bilind bikin. Em ê serî netewînin û tim li qadan bin li dijî hemû bêmafiyan. Bila kes bê hêvî nebe. Em nayên tesfiyekirin."
 
'Tecrîd sûcê mirovahiyê ye'
 
Qedriye, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tecrîdê û wiha got: "Bi salane Birêz Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê tê tecrîdkirin û ev tecrîd di çend salên dawî de gihaşt asta herî jor. Bi salan xeber jê nayê girtin û têkiliya wî ya ji derve tê qutkirin. Ew siyasetmendarekî ku mafên wî tê binpêkirin e. Ev binpêkirina mafan jî asta herî jor ya îşkenceyê ye. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Heta hûn vê ferq bikin em ê vê gotinê tim biqêrin. Ji ber ku riya çareseriyê ji şikandina tecrîdê derbas dibe."
 
'Serkeftina herî mezin bawerî ye'
 
Qedriyeyê bal kişand ser êrişên îqtidarê û wiha dewam kir: "Di çend salên dawî de bi taybet jî pêvajoya şewbê weke hêncetekê dîtin û êrişî nirxên kurdan tên kirin. Dixwazin xebatên me îlegalîze bikin. Ango bi sedan û hezaran siyasetmendarên me îro di girtîgehan de ne. Îşkence, binpêkirina mafan û tecrîd li hemû girtîgehan belav bûne. Ji bo em ji vê tecrîdê re bêjin na pêwîst e em bi hev re deng derxin. Divê em ji vê yekê bawer bikin, em ê bikaribin bi ser bikevin. Serkeftina herî mezin bawerî ye."