ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2021'Ê

  • 09:01 7 Nîsan 2021
  • Rojev
*Songul Dogan a HDP’yî û Qedrîye Yilmaz a DBP’yî têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiyên grevên birçîbûnê yên dewam dikin wiha gotin: "Tecrîda li ser girtiyên siyasî li dijî aştiyê ye û di heman demê de darbeyeke mezin a li dijî demokrasiyê ye."
DÎMEN HEYE
 
*Li Amedê di nav de nûçegîhana me Berîtan Canozer jî heye 22 jin hatin binçavkirin. Jinan bertek nîşanê vê dan û diyar kirin ku desthilatdariyê li dijî jinan şer daye destpêkirin û gotin: “Em ê zîhniyeta wan îfşa bikin û li dijî van êrîşan têkoşîna xwe mezin bikin.” BI DÎMEN
 
*Endamên şaredarî û meclîsa şaredariyê di civîna bi serokên komeleya sê bazarên taxê re pêk anî de biryar girtin ku li Bazara Taxê a Jiyan mêran jî bi cih bikin. Jinên li bazarê dixebitin jî diyar kirin ku ew naxwazin mêr li bazarê bên bicihkirin. DÎMEN HEYE
 
*Jinan diyar kirin ku qebûlkirina kurdî ya wek zimanê fermî û perwerdeyê, bêguman muxatabên wê kurd in û nûnerên wê ne û gotin ji bo pêşxistina kurdî divê xebat bidomin. DÎMEN HEYE
 
*Jinên Wanê li dijî vekişîna Peymanê Stenbolê û binçavkirinan dê dakevin qadan. Jinan banga tevlîbûna meşê kirin û gotin: "Em ê li dijî zextan her tim li kolanan bin. Em ê mafê xwe yê jiyanê biparêzin." BI DÎMEN