Parêzerên Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê dan

  • 15:22 6 Nîsan 2021
  • Rojane
 
AMED - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin, careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F girtî ye, Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Serbay Koklu ji bo ku bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Malbat, parêzer û wasiyê Ocalan ji 14’ê adarê ve bi daxwaza "hevdîtina lezgîn" 14 caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Wezareta Dadê dan û 2 caran jî serî li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dan.
 
Di 23’yê îlonê de bi hinceta “Nexşerê”yê ku di sala 2019’an de weke zêdeka parastina xwe ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandiye, ji bo 6 mehan biryara qedexeya parêzeran dabû Ocalan û 3 girtiyên li cem. Li gel ku qedexeya hevdîtinê di 23’yê adarê de qediyaye jî  ji serlêdanên parêzeran re ne erênî ne neyînî bersiv nayê dayîn.
 
Ji parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2-22’yê gulan, 12-18’ê hezîran û 7’ê tebaxa 2019’an de hevdîtin bi muwekîlên xwe re kiribûn. 
  
Herî dawî ji ber îdiayên li ser hesabên medya civakî yên derbarê Abdullah Ocalan de fikarên raya giştî mezin bûbûn û di 25’ê Adarê de birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan pê re bi telefonê axivî bû. Lê Mehmet Ocalan ragihandi bû ku hevdîtina telefonê di nivî de hatiye birîn.