Li Mexmûrê greva birçîbûnê 110 roj in didome

  • 15:11 6 Nîsan 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê hatiye destpêkirin, bi koma 55’emîn di roja 110’an de dewam dike.
 
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 55’emîn di roja 110’an berdewam 
 
'Em dev jî çalakiyên xwe bernadin' 
 
Derbarê çalakiya greva birçîbûnê de Rêhan Hacî ji ajansa me re axivî û got: “Armanca me ji vê çalakiya greva birçîbûnê azad kirina Rêber Apo ê bi awayekî fîzîkî ye. Ji bo me jinan jî rêbertî pêşeroja me ye, ji bo wê jî pêwîste em weke jin hîn zêdetir li ber xwe bidin û têkoşîna xwe bilindtir bikin. Bi derketina Rêber Apo re çavê me li dinyayê vebû. Ji bo vê yekê roja 4’ê Nîsanê ji bo me jinan xwediyê wateyeke pir girîng e. Em di wê rojê de azadiya xwe dibînin bi hilhatina rojê re. Ji bo wê jî pêwîste her kes dakeve qadan û xwedî li Rêber Apo derbikeve. Em jî dev ji çalakiya xwe bernadin heta em Rêber Apo fîzîkî azad nekin.” 
 
‘Rêbertî ne tenê rêberê Gelê kurd e’
 
Helîm Bulut jî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya 4'ê Nîsanê û wiha axivî: “4’ê Nîsanê ji bo me rojeke ronahiyê ye em vê rojê di serî de li Rêber Apo û tevahî Gelê Kurd pîroz dikim. Ev çalakiyên ku hatine destpêkirin di pêşengtiya hevalên di zîndanan de, em niha çi jî bikin ji bo wan kêm e. Ji bo wê jî pêwîste em çalakiyên xwe hîn xurtir bikin da ku em azadiya rêbertiya xwe bi dest bixin. Rêber Apo Gelê Kurd ji xewa giran şiyar kir û em hemû jî ji bin betonê derxistin. Ji bo wê jî pêwîste em li ser piyan bin, em tenê hevdîtinekê naxwazin. Rêbertî ne tenê Rêberê Gelê Kurd e serokê tevahî gelan e. Banga min ji bo tevahî dinyayê ew e ku xwedî li Seroketî derkevin û em Rêbertiya xwe azad bikin.”