Malbata Maşîdeya ku gurçikên wê naxibitin banga piştgiriyê kir

  • 09:12 6 Nîsan 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - Li navçeya Silopiyê, zaroka 7 salî Maşîde Aybî ya ku herdu gurçikên wê jî naxebitin û nexweşe roj bi roj rewşa wê giran dibe. Dayika Maşîdeyê, Sacîde Aybî anî ziman ku ji ber rewşa wan a aboriyê destûrê nade nikarin gurçikê ji keça xwe re peyda bikin û  banga piştgiriyê kirwiha banga piştgiriyê kir.
 
Li taxa Dîcle ya navçeya Silopiya Şirnexê zaroka 7 salî Maşîde Aybî ya ku herdu gurçikên wê naxebitin nexweşa girane. Maşîdeya ku 5 sal in nexweşa gurçikan e, heta niha 4 caran emeliyet bûye û bi alîkariya diylîzê dijî. Ji ber herdu gurcukên Maşîdeyê jî naxebitin Maşîde gelek pirsgirêk dijî û tendirustiya wê roj bi roj têk diçe.  Malbata wê her meh ji bo tedawiyê keça xwe dibe Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Ji bo Maşîdeya ku roj bi roj tendirustiya wê têk diçe malbata wê banga piştgiriya malî kir. Dayika Maşîdeyê, Sacîde Aybî(39)  ku dayika 9 zarokan e derbarê nexweşia keça xwe de agahîh dan û banga hestiyariyê kir.
 
'Keça min 4 caran emeliyet bû'
 
Sacîde, anî ziman ku bi sala ye keça wê pirsigirêka gurçikan dijî wiha bahsa pêvajoya nexweşiya keça xwe kir: "Ji sala 2016'an de ev nexwseşî li keça min peyda bûye. Wê demê ji ber herdu gurçikên wê jî nedixebitîn me keça xwe bir nexweşxaneya Wanê. Li nexweşxaneya Wanê ji ber rewşa wê giran bû kirin beşa nexweşên giran. Bijîjkan ji me re got we keça xwe bi mirî anî û niha rewşa wê hinek başe. Gotin em ê bi makîneya diyalîzê girê bidin. Ji wê rojê vir de makîneya keça min li malê ye û em girêdayî diyalîzê dikin. Keça min girêdayî makînê dijî. Ez keça xwe êvarê bi makîneyê girêdidim heta serê sibehê saet 10'an. Keça min ev 5 salin nexweşe û nexweşxane bi nexweşxane digerînim. Heta  niha 4 caran emeliyat bûye. Bijîjk dibêjin êdî keça te emeliyatê nikare rabike. Rewşa keça min roj bi roj girantir dibe."
 
'Rewşa keça min giran dibe'
 
Sacîde, bi lêv kir ku ji ber rewşa wan a aboriyê nebaşe êdî nikarin bibin nexweşxaneya Wanê û wiha domand: "Nexweşxaneya dewletê ambûlans nedida. Min wesayit kirê dikir û min keça xwe dibir  Wanê nexweşxaneymê. Her carê ez bi vî awayî diçim û dihatim. Dema ku enfeksiyon jî digirt min ew dibir Wanê. Ji ber ku dermankirina wê li Wanê baştir dihat kirin min ew dibir Wanê lê aboriya me destûr neda. Bijîşkên Wanê jî ji me re gotin bibin cihekî nêztir. Piştî vê min keça xwe anî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Bijîjkên Amedê jî ji min re gotin divê teqez gurçik bê dîtin. Ji bo neqla gurçikan me serlêdan kiriye. Lê belê heta niha tu bersivek ji me re nehatiye. Nexweş zêde ne û wekî tê zanîn li her derê jî ji bo ku tu karê xwe bimeşînî bertîl divê. Lê pereyê me ku em bertîlê bidin tune ye û rewşa keça min jî lezgîn e divê jê re gûrçik bê dîtin. Keça min temenê wê hîn biçûke û gelek êşê dikişîne.  Bijîjkan gotin êdî heqê we nemaye û êdî nikare emeliyetê rabike. Bijîşk dibêjin ku heqê keça te li nexweşxaneya dewletê emeliyat bibe nemaye.  Emeliyeta dawî beriya du meh pêşî bibû. Ez her tim diçim nexweşxaneya Amedê ji bo tedawiyê. Herî kêm ez mehê carekê neçar im keça xwe bibim nexweşxaneyê ji bo qontrolê. Dema ez keça xwe dibim Amedê jî dîsa erebeyek taybet digirim û diçim. Di her aliyî de em gelek zehmetiyê dijîn."
 
'Ji bo gurçikan navbera 100 û 150 mîlyar dirav tê xwestin'
 
Sacîde, destnîşan kir ku bi lezgînî ji keça wê re gurçik divê bê dîtin û wiha pêl da axaftina xwe: " Bijîjk dibêjin beriya rewşa keça we giran bibe divê neqla gurçikê bê kirin. Ji bo gurçikê me çend caran serlêdan kir lê dernakeve. Ji ber nexweşiya vîrûsa koronayê jî niha serlêdan hatine sekinandin. Ji bo gurçikan dor divê. Lê kesên dewlemend zûtir dor tê wan. Li nexweşxaneyan jî bi bertîlan an jî bi nasan tu dikarî karê xwe bimeşînî. Lê rewşa me ya aborî destûrê dide û ne jî nasên me hene li wan cihan û gurçik jî nayê peydakirin. Êdî tu tişt ji destê min nayê. Dermanê keça min berê dewletê dida. Lê êdî wî jî nadin. Em bi derfetên xwe distînin. Derman gelek bûha ne dewlet dermanê wê nade. Keça min bi van dermanan li ser nigan dimîne. Ez her roj keça xwe girêdayî makîneya diyalîzê dikim.  Divê di ser diyalizê re rojek jî derbas nebe. Dema derbas bibe rewşa wê giran dibe. Herdu gurçikên keça min jî tunene. Niha êşê avêtiye dilê wê jî. Xwezî bi tenê gurçikek wê jî hebûya ji vî êşê biçek xilas bûya. Bijîjk jî heman tiştê dibêjin. Niha dilê wê jî di xeteriyê de ye. Bi şev ez şiyar dimînim heta serê sibehê ji bo ku bala min li ser be. Divê keça min qet enfeksiyonê negire. Dema girt jî em radikin nexweşxaneyê."  
 
Banga alîkariyê
 
Sacîda,  di dawiya axaftina xwe de got rewşa keça wê roj bi roj giran dibe û banga hêstiyariyê kir. Sacî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hevjînê min jî ji ber qeyranê nikare bixebite. Kar tune ye. Di aliyê aboriyê de ji ber rewşa me nebaşe em nikarin tedawiya keça xwe bikin. Em ji kesên berpirsiyar piştgiriyê dixwazin. Divê ji keça min re çareseriyek bê dîtin tendirustiya waê roj bi roj têk diçe."