'Em ê bi wêrektiyê bi ser kevin'

  • 09:10 6 Nîsan 2021
  • Rojane
RIHA - Mustafa Amutgan 28 sal in girtiye, hevjîna Mustafa Remziye bal kişand ser rewşa girtiyan û got: "Êdî bes e, serî rakin. Bi tirsê em nikarin tiştekî bidest bixin. Em ê bi wêretiyê bi ser kevin." 
 
Girtiyên PKK'yî û PAJK'î bi armanca ku tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û dawî li binpêkirinên mafên girtiyan bê ketibûn greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger. Grev ev 131 roj in didome.
 
Yek ji van girtiyan Mustafa Amutgan yê li girtîgeha Tîpa T ya Hîlwanê girtiye. Mustafa Amutgan 28 sal in girtiye û di pêvajoyên cuda de tevlî grevên birçîbûnê bûye. Hevjîna Mustafa, Remziye Amutgan, derbarê binpêkirinên mafan yên li girtîgehande nirxandin kir.
 
‘Ez nikarim vê qebûl bikim’
 
Remziyeyê destnîşan kir ku hevjînê wê 28 sal in girtiye, niha li girtîgeha Tîpa T ya Hîlwanê di şertên xerab de tê girtin û got: “Hevjînê min girtiyê siyasî ye. Kurê min jî ji dosyayek edlî girtiye. Ez dema diçim hevdîtinê dixwazim ku herduyan heman rojê bibînim. Derfetê min tune ez hefteyê du caran biçim. Pirsgirêkên min yên tenduristiyê hene. Min pêşniyar bir ji îdareya girtîgehê re. Min got bila min di heman saetê de bikin hundir. Lê îdareyê ev red kir. Piştre gotin hevjînê de biçe nav edliyan dikarin hevdîtinê bikin. Lê em dizanin ku ev dijhiqûqiyek mezin e. Ji bo hevjînê min pêşniyar dikin ku biçin nav edliyan. Lê ez vê tu carî qebûl nakim.”
 
‘Ji xwe dîlgirtîne’
 
Remziyeyê bi lêv kir ku herî dawî li girtîgehê bi heqereta gardiyanan re wekê "bicehme, here ji vir" hatiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min xwest ez kurê xwe û hevjînê xwe bibînim. Lê îdareyê pandemî kir hincet. Ez çûm cem peywirdarekî din. Ev du sal in midûrekî nû hatiye girtîgehê, ji bo girtiyan tu tiştek nekiriye. Her cara em diçin girtîgehê gardiyan heqeretê li me dikin. Ez wan rojan çûm girtîgehê lê li wir ez ji ser hişê xwe çûm. Gelo çima evqas zilm? Ji xwe ew dîlgirtîne, daxwazên wan naynin cih. Hevjînê min ji wezaretê re daxwazaname nivîsî. Lê gardiyanan daxwazname neşandiye. Gotin ku winda kirine. Ev girtîgeheke çawaye, bila yek ji min re bêje.”
 
‘Êdî tehemûla min nemaye' 
 
Remziyeyê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku binpêkirin her diçin zêde dibin û nizanin ku êdî serî li ku bidin û wiha dawî lê anî: “Em derdê xwe ji kêre bêjin gelo? Em biçin ku derê jî em destvala vedigerin. Ji min re bêjin, ez bi kuve biçim. Ger ku rêyekê nedin ber min ez ê xwe bişewitînim. Êdî bes e. Girtî di grevê de ne. Kes kesî nikare bipirse. Bû çend meh, gelo qet wijdan û merhemet tune. Êdî bes e, serî hildin. Dakevin kolanan biaxivin. Bi tirsê tiştek nayê bidestxistin.  Em ê bi wêrektiyê bi ser kevin. Çima serê me tewandî be. Em serbilindin. Ger em nebin yek em ê biçin yek bi yek. Êdî tehemula min nemaye. Dema diçim girtîgehê ez jî naxwazim ji wir bêm. Ka bêjin ez li dijî vê zilmê çi bikim.”