ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2021'Ê

  • 09:00 6 Nîsan 2021
  • Rojev
*Bajaroka Xursê ya girêdayî navçeya Qosera Mêrdînê ye bi hatina biharê re bi dîmenên bêhna mirov fireh dike wateyeke xweş li jiyanê bar dike. Loma gelek kes ji bo ji vê wateyê mehrûm nemînin diçin serdanê. DÎMEN HEYE
 
*  Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê HDP Menekşe Kizildere destnîşan kir ku rewşa Tirkiyeyê ji bo qeyrana avhewayê gelek bi xeternak e û got "Divê li dijî gefên qeyrana avhewayê têkoşînek bêhempa bê dayîn. BI DÎMEN 
 
*Li Amedê di 4’ê Sibatê de mêrê bi navê Aslan Karataş hewl dabû zarokekê qetil bike. Dayika zarokê bertek nîşan da û got hîna Aslan Karataş nehatiye girtin û ev bang li hikûmetê kir: “Armanca we ya vekişîna ji Peymana Stenbolê çi ye gelo, hîn bêtir kuştin hîn bêtir bêdadî ye?”  BI DÎMEN 
 
*Parlamentera HDP’ê Fatma Kurtululan, diyar kir ku heta tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan neyê rakirin rehetî tune ye. Fatmayê her wiha balkişand ser doza girtina der barê partiya wan de û got: “Desthilatdarî ji HADEP’ê heta niha, ji ber ku civakek li gorî wan nayê afirandin serî li rêbaza girtina partiyan didin.” BI DÎMEN 
 
*Mustafa Amutgan 28 sal in girtiye, hevjîna Mustafa Remziye bal kişand ser rewşa girtiyan û got: "Êdî bes e, serî rakin. Bi tirsê em nikarin tiştekî bidest bixin. Em ê bi wêretiyê bi ser kevin."  DÎMEN HEYE
 
*Li navçeya Silopiyê, zaroka 7 salî Maşîde Aybî ya ku herdu gurçikên wê jî naxebitin û nexweşe roj bi roj rewşa wê giran dibe. Dayika Maşîdeyê, Sacîde Aybî anî ziman ku ji ber rewşa wan a aboriyê destûrê nade nikarin gurçikê ji keça xwe re peyda bikin û  banga piştgiriyê kirwiha banga piştgiriyê kir. DÎMEN HEYE
 
*Mêran der barê şîdeta li ser jinan de nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku di bingeha şîdeta li ser jinê de mêr heye û gotin ne jin divê mêr biguherin. DÎMEN HEYE
 
*Rêxistinên jinan diyar kirin ku êrîşa polîsan a li hemberî Komeleya Jinan a Rosayê û binçavkirina 22 jinan  êrîşeke li hemberî hemû jina ye û gotin, " Têkoşîna rêxistinkirî ya jinan ku li hemberî tundiya mêr û dewletê pêş dikeve îqtîdara AKP -MHP'ê ya faşîst ditirsîne." DÎMEN HEYE
 
*Têkildarê operesyonên ku li ser jinên sîyasetmendar û komeleya Rosayê hatiye kirin wê TJA li Mêrdînë daxuyanì bide. (11.00)