Platforma Ked û Demokrasiyê: Ev êrîş tengasiya desthilatdarê nîşan dide

  • 18:11 5 Nîsan 2021
  • Rojane
 
AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi daxuyaniyek bertek nîşanê binçavkirinan da. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku ev êrîş tengasiya desthîlatdarê nîşan dide û peyama mezinkirina têkoşînê da.
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bertek nîşanê binçavkirina 22 jinan û bisergirtina Komeleya Jinan a Rosa yê da û li ber dere avahiya xwe daxuyaniyek da çapameniyê. Platform parkarta “Têkoşîna jinan nayê astengkirin” vekirin. Her wiha dovîzên “Jin jiyan azadî” û “Em îtaatê nakin” rakirin. Daxuyaniyê Sekretera Şaxa Jimara 2'yan a Egîtîm Senê ya Amedê Songulcan Şîmşek xwend. Daxuyanî bi dirûşme “Jin jiyan azadî” dest pê kir.
 
‘Bi destê darazeke ne serbixwe hevalên me tên binçavkirin’
 
Songulcan destnîşan kir ku deskeftiyên jinan tên xespkirin û got: “Daraza ku bi beralîkirina desthîlatdarê ve tevdigere her roj serî li binçavkirin û girtinan dide. Bi vî awayî beşekê mezin ji civakê kirîmînnalîze kiriye. Bi destê darazek ne serbixwe hevalên me tên binçavkirin û girtin. Ji xebatên xwe yên siyasî û sendîkayê tên sûcdarkirin. Desthîlatdar ji fikr û ramanê jinan re, vîna wan a siyasî re, zimanê wan û şêwaza jiyana wan re êrîşek daye destpêkirin û bi vî awayî dixwaze hemû jinan bixe bin serdestiya xwe.”
 
‘Ev êrîş tengasiya desthîlatdarê nîşan dide’
 
Songulcan anî ziman ku desthîlatdar bi vê helwestê xwe dixwaze civakê bitirsîne û wiha got: “Desthîlatdar hemû bîr û baweriyên cuda tune dihesibîne û bi polîtîkayên xwe polîtîkaya yekperestiyê dihûne. Hemû tiştên ku jiyana demokratîkê ava dike bi destê civakê bi zext û zordariyê tê ragirtin. Her wiha civak bi wan helwestên xwe tên terorîze kirin û tên cezakirin. Ango desthîlatdar li gorî zîhniyet û nerîna xwe dixwaze civakek saz bike. Lê em jin dê li hemberê vê yekê derkevin û nehêlin tu hêzek ku me tune bike re serî bitewînin. Ev êrîş tengasiya desthilatdariyê nîşan dide. Em dibînin ku ev desthilatdar li ber tunebûnê ve diçe. Em ji vir de bang dikin ku bila demildest hevalên me serbest berdin û heta ku neye berdin em têkoşîna xwe berdewam bikin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.