Siyasetmedarên jin bertek nîşanê binçavkirinan dan

  • 18:01 5 Nîsan 2021
  • Rojane
 
AMED - Serê sibehê polîsan li Amedê bi ser gelek malan de girt û bi dehan kes hatin binçavkirin. Siyasetmedarên jin bertek nîşanê binçavkirinan da û destnîşan kirin ku piştevaniya jinan hedef tê girtin.
 
Serê sibehê polîsan li Amedê bi ser gelek malan de girt û gelek kes binçavkirin. Nûçegihana me Berîtan Canozer jî di nav de bi dehan jin hatin binçavkirin. Siyasetmedarên jin bertek nîşanê binçavkirinan da û destnîşan kirin ku piştevaniya jinan hedef tê girtin. 
 
'Li dijî TJA’yê operasyon'  
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Remziye Rosun destnîşan kir ku operasyonek li dijî TJA’ê ye û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê ev demek dirêje li hemberî jinan operasyonên siyasî pêk tên. Îro jî bi dehan jin di vê çarçoveya de hatin binçavkirin. Di nav kesên ku hatine binçavkirin de  şêwirmenda min Gubet Ozel jî heye. Gurbet şêwirmenda min a fermî ye. Helbet armanca vê operasyonê qutifandina dengê jinan e. Em dizanin ku tifaqa AKP-MHP’ê hebûna xwe li ser dijminatiya jinan ava dike. Tundî û kuştina li ser jinan xwe guherandiye astekî qirkirinê.”
 
‘Jinan tu carî serî netewandiye’
 
Remziye diyar kir ku desthîltdar herî zêde ji jinan ditirse û got: “Herî dawî feshkirina ji Peymana Stenbolê hat rojevê û li dijî vê bertekên mezin hatin nîşandan. Me bi vê nêzikatiyê dît ku li hemberê me desthilatdareke bi çi awayî heye. Desthîlatdar li şûna girtina bersûc û kiryaran aktîvîstên ku ji bo azadiya jinan têdikoşin hedef digire. Ji ber ku  desthilatdariya mêr herî zêde li ser jinê ve tê. Herî zêde jin ji polîtîkayên wan re deng derdixin. Lê belê jinan bi têkoşîna xwe ya rêxistinkirî tu carî serî netewandine. Tevgera jinên kurdan tu carî ji wan operasyon û êrîşan re paş gav neavêtiye û dê neavêje jî.”
 
‘Em ji bo azadiya jinê xebatan dikin û têdikoşin’
 
Seroka Komeleya Jinê ya Rosayê Adalet Kaya jî destnîşan kir ku binçavkirina jinan berdewamiya êrîşên li ser jinan e û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Li dijî van êrîşan hêrsa me mezintir dibe û dê zêdetir xwe bi rêxistin bikin. Her çiqas êrîş li ser me pêk were jî em ji têkoşîna xwe tavîz nadin. Daxwazên me daxwazên rewa ne. Em ji bo azadiya jinê xebatan dikin û têdikoşin. Çav tirsandinên we dê encam negire em zêdetir mezin bibin. Heta ku em azadiya jinê bidest bixin em ê di vê rêyê de bimeşin.”
 
‘Yekbûyîna jinan desthîlatdarê dide tirsandin’
 
Hevşaredara Erxaniyê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Meryem Yildiz jî bertek nîşanê binçavkirinan da û diyar kir ku têkoşîna jinê ya hevpar hedef tê girtin û wiha bi lêv kir: “Desthîlatdara ku peymana stenbolê di şevekê de fesh kir, dê dijminatiya jinan jî bixe wek astekî qirkirinê. Her çiqas têkoşîna jinê xwe mezintir dike, desthîlatdar jî ewqas êrîşên xwe yên li ser dijminatiya jinê mezintir dike. Ango di êrîşên xwe yên li dijî azadiya jinê de jî israrbûna xwe bi polîtîkayan nîşan dide. Lê tevî van êrîşan yekbûyîna têkoşîna jinan desthîlatdarê dide tirsandin. Hemû deskeftî û piştgirî û rêxistinbûna me di hedefa desthîlatdarê de ye. Çiqas xebat û têkoşînên me bên îlegalîzekirin jî dê em bi awayewkî zelal têkoşîna xwe bidomînin.”