CFWIJ'ê ji bo Berîtan Canozer bang kir

  • 15:34 5 Nîsan 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - CFWIJ'ê bertek nîşanî binçavkirina nûçegîhana me Berîtan Canozer da û xwest ku demildest serbest bê berdan. 
 
Di Rojnamegeriyê de Koalîsyona Jinê (CFWIJ) ji bo nûçegîhana me Berîtan Canozer ku di çarçoveya operasyona ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya  Amedê hat destpêkirin de daxuyaniyek nivîskî weşand. 
 
'Gelek caran hat binçavkirin'
 
CFWIJ'ê, diyar kir ku oparasyon ji bo çewisandina rojnamegeran hatiye kirin û got ku ji 2015'an de rojnamegerên wekî Berîtan ku nûçeyên destdirêjî û binçavkirinê dişopînin tên binçavkirin û girtin. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Berîtan bi caran hatiye binçavkirin û wiha hat berdewam kirin: "Canozer di 28'ê Hezîrana 2019'an de, 2015'an de bi hinceta ku çalakiya şermezarkirinê şopandibû  hatibû binavkirin, bi hinceta, 'endamtiya  rêxistinê' û derbarê wê de heta 15 salan ceza hatibû xwestin. Lê heyeta dadgehê derbarê Berîtanê de biryara beraetê dabû. Piştî wê di 2020'î de bi hinceta parvekirinên li ser meday civakî dîsa li Canozer doz hatibû vekirin û dozger bi îdaya 'endamtiya rêxisitnê' dîsa li dadgehê ji bo Bêrîtanê ceza xwestibû. Di daneşîna 3'emîn a Bêrîtanê de ji aliyê dadgehê ve salek deh meh û 15 roj cezayê hepsê dabû.
 
Bila hempîşeya me bê berdan
 
Em wekî di Rojnamegeriyê de Koalîsyona Jinê, binçavkirina rojnamegerê şermezar dikin, û dibêjin ku bila hempîşeya me demildest serbest bê berdan. Em dibêjin ku hewldanên bi vî rengî tenê ji bo çewisandina rojnamegerqan û bêdengkirina wan in. Em bang li rayedarên tirk dikin ku dawî li van êrîşên xwe bînin. Rojnamegerî ne sûc e."