Têkildarî binpêkirina mafên li Girtîgeha Şirnexê daxuyanî hat dayin

  • 15:20 5 Nîsan 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Rêxistinên civakî yên sivîl ên Şirnexê, di encama bi girtiyan re hevdîtinên ku pêk anîn şûnde rapora xwe aşkere kirin. Di rapoê de bal kişandin ser binpêkirina mafan, grevên birçîbûnê û lêgerînên tazî. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Baroya Şirnexê, Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şirnexê, Nûnertiya Şirnexê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bon Azadiyê (OHD) û Navenda Referansa Cizîrê ya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), rapora meha adarê ya têkildarî Girtîgeha Şirnexê amade kiribûn, bi daxuyaniyeke hevpar parve kirin. Parêzer Newroz Ûysal ku raporê aşkera kir, da zanîn ku pirsgirêka avê ya girtîgeha ku di sala 2014’an de hatiye avakirin nehatiye çareserkirin û binpêkirinên mafan zêde bûne. 
    
Di raporê de van pêkanînan cih girtin: 
 
“* Di girtîgehê de 2 kesan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ya 5 rojan kiriye. Beriya ku di girtîgehan de rewş giran bibe divê mafên wan ên demokratîk bi cih bê. Divê kesên berpirsyar daxwazên wan bi cih bîne. Divê demildest tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe. 
 
*Di girtîgehê de malbatên du girtiyan rastî lêgerîna tazî hatine. Em bi awayekî hesas nêzî vê rewşê dibin. Lêgerîna tazî li dijî mirovahiyê ye. Li dijî lêgerîna tazî girtiyan li Serdozgeriya Komara Şirnexê serlêdana sûc kirine. Li dijî vî bûyerê em dixwazin lêpirsîn bê destpêkirin. 
 
*Li dijî binpêkirina mafan girtiyan serlêdana daxwazê dikin û tu encam nayê dayîn û daxwaznameyên wan tên windakirin. 
 
*Li girtîgehan tijîbûna qawişan bandoreke neyînî û derûnî li ser girtiyan dike. Girtî ji mafên xwe yên herî mirovane bê par tên hiştin. Di çarçoveya tedbîrên ku li dijî nexweşiya koronayê tên girtin, girtî ji mafên xwe yên civakî bêpar tên hiştin. 
 
*Girtî ji bo mafên xwe yên civakî û çandî pêk bînin divê pêşiya van derfetan bên vekirin. 
 
*Girtiyên ku nexweş in dernaxin revîrê û nabin nexweşxaneyê. Ji ber vê yekê tenduristiya girtiyan di bin xeteriyê de ye. Em bang dikin ku  mafê girtiyan a tendûristiyê bê pêkanîn.”