Nobeta malbata Şenyaşar 28 roj in didome

  • 12:57 5 Nîsan 2021
  • Rojane
 
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbata Şenyaşaran 28 roj in li bêr Edliyeya Rihayê didome. 
 
Malbata Şenyaşar bi armanca daxwaza xwe ya edaletê bîne ziman, 28 roj in li pêş Edliyeya Rihayê di "Nobeta Edaletê" de ye. Malbat li ser nerehetbûna Emîne Şenyaşar ewil çû nexweşxanê û dûre çû pêş edliyê. 
 
Malbata Şenyaşar derbarê mijarê de li ser hesaba xwe ya twîtterê ev agahî parvekirin: “Îro me dereng dest bi têkoşîna xwe ya edaletê kir. Ji ber pirsgirêkên dayika min ên tenduristiyê me ew bir nexweşxaneyê. Bijîşk got ku bila li malê bêhna xwe vede. Di bin vê zilmê de em nikarin li malê bin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bi malbatî em rastî komkujiyê hatin. Dozger bi parastina kujeran dibin hevkarên sûc.”