Derbarê binçavkirinan de biryara veşartinê hat dayîn

  • 12:56 5 Nîsan 2021
  • Rojane
 
AMED - Serê sibehê polîsan li Amedê bi ser gelek malan de girt û nûçegihana me Berîtan Canozer jî di nav de 22 jin hatin binçavkirin. Derbarê lêpirsinê de biryara veşartinê hat dayîn.  
 
Serdozgeriya Komarê ya Amedê, bi îdîaya “Di bin navê xebata qanûnî de, cihê xwe di xebata jinan a rêxistinê de girtin, hevdîtinên rêxistinî kirin, meş û civîn li darxistin” derbarê 33 jinan de biryara binçavkirinê da. Bi biryara serdozgeriyê polîsan di saetên sibê de, bi ser Komeleya Jinan a Rosa ya li navçeya Peyasê ya Amedê dimîne û gelek navnîşanan de girtin. Piştî lêgerîna di malan de hatin kirin 22 jin hatin binçav kirin. Parêzeran destnîşan kirin ku derbarê lêpirsinê de biryara veşartinê hatiye dayîn. 
 
Navê kesên ku hatine binçavkirin: Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Zelal Bîlgîn û Sevîm Bîçîcî, hevşaredara Çinarê Necla Tamrîş, endama Lîjneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Zeynep Uren, hevseroka DBP'ê ya bajêr Seval Gulmez, şêwirmenda parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosun Gurbet Ozel, nûçegihana me Bêrîtan Canozer, Endama Dayikên Aştiyê Nezahat Teke, endama Akademiya Jinan a Amedê Fîgen Aras, hevseroka HDP'ê ya Peyasê ya berê Besîle Narîn, endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Bahar Karakaş Ûlûg, Şehrîban Zogûrlî û Ruken Bekalp, hevseroka MED-DER’ê Şîlan Kan, endama MYK’a Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) Satiye Ok, Nûrşen Akbal, Sekretera Jinan a berê ya Şaxa Sendîkaya BTS'ê Bahar Karakaş Ulûg, Sevîm Bîçîcî, Nûrşen Akbal, Ayşan Kanuş Zengin û Leyla Akgul jî di nav de 22 jin hatin binçavkirin.