Doza çalakiya Roboskîyê hat taloqkirin

  • 11:32 5 Nîsan 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Têkildarî 16 kesên beşdarî bîranîna Roboskiyê bûbûn doz hatibû destpêkrin. Rûniştina biryarê ya doza bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" têkildarî 16 kesî  hatibû destpêkirin bi hinceta "ewraqên kêm" hat taloqkirin. 
 
Rûniştina biryarê ya doza bi îdîaya “Propagandaya rêxistinê” a derbarê 16 kesên tevlî bîranîna 34 welatiyên li gundê Roboskîyê yê girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê hatin qetilkirin bûbûn de hatibû vekirin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat dîtin. Parêzerên 16 kesan beşdarî rûniştinê bû. 
 
Di rûniştina 4’emîn a îro hat dîtin de, şandeya dadgehê bi hinceta “temamkirina ewraqên kêm” rûniştin taloqî 14’ê Tîrmehê kir.