Li Şengalê pîrozbahiya 4'ê Nîsanê

  • 11:24 5 Nîsan 2021
  • Rojane
ŞENGAL - Xelkê Şengalê ji bo Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan li Geliyê Kersê pîrozbahî li dar xistin. Jinên ku tevlî pîrozbahiyê bûn gotin: "Em ê bi fikr û ramanê Rêber Apo têkoşîna xwe bidomînin."
 
Xelkê Şengalê ji bo rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîrozbahiyek li Geliyê Kersê li dar xist. Bi sedan kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Koma Sitêrkên Sor a Zarokan û Koma Hêviya Jinên Êzidî ya Govendê derketin ser dikê. Di pîrozbahiyê de li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Niam Bedel axivî. 
 
Alya Şengalî tevlî pîrozbahiyê bû û nêrînên xwe ji ajansa me re parvekir û got: "Em îro ji bo rojbûna rêberê xwe kom bûn. Hêviya me ew e ku em saleke din bi rêberê xwe re vê rojê pîroz bikin. Piştî me fikrê Rêber Apo naskir gelek di nava civaka me de gelek guherîn pêk hat." 
 
Cîhan Şingalî jî tevlî pîrozbahiyê bû bal kişand ser 4'ê Nîsanê û wiha ji ajansa me re axivî: "Ez weke ciwaneke êzidî rojbûna rêberê xwe li Rêber Apo û tevahiya gerilayan, YBŞ û YJŞ’ê pîroz dikim. Em ê bi fikrê rêberê xwe têbikoşin"