Li Amedê biserdegirtina malan: Gelek jin hatin binçavkirin

  • 09:57 5 Nîsan 2021
  • Rojane
AMED - Serê sibehê polîsan li Amedê bi ser gelek malan de girt û nûçegihana me Berîtan Canozer jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
 
Serê sibehê polîsan li Amedê bi ser gelek malan de girt û gelek kes binçavkirin. Nûçegihana me Berîtan Canozer, hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê Seval Gulmez, endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Nezahat Teke, şêwirmenda parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosun Gurbet Ozel, endama MYK'ê ya SKM'ê Satîye Ok, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Fîgen Aras, Şehrîban Zugurlî, Zelal Bîlgîn, Hevseroka Şaredariyê Çinara Amedê Nejla Tamrîş, rêveberên HDP'ê ya Peyasê Hasîbe Yazdik, Sevîm Bîçîcî, Nurşen Akbal, Besîle Narîn û Ruşen Akbal, Endama MYKa DBP'ê Zeynep Uren, Şêwirmenda Parlamentera HDP'ê Dersim Dag, Leyla Akgul hatin binçavkirin. Her wiha navê gelek jinên ku hatine binçav kirin nehat zanîn.  
 
Hat hînbûn ku serê sibehê saet di 06.30'an de polîsan bi ser Komeleya Jinê ya Rosayê de girtin. Her wiha piştî bi ser komeleyê hat girtin şûnde lêgerîn hat kirin û ev lêgerîn hîn didome. Nehat hînbûn ku sedema biserdegirtinê çi ye?