Parêzer Gunçe Çetîn: Biryar li dij destûra bingehîn û hiqûqê ye

  • 09:03 5 Nîsan 2021
  • Rojane
ENQERE - Parêzer Gunçe Çetîn der barê peymana Stenbol û qanûna hejmar 6284 de nirxandin kir û got bi biryara keskî vekişîna ji Peymana Stenbolê vekişîn ne pêkan e û got ev hem li dijî hiqûq û hem jî li dijî destura bingehîn e.
 
Li Tirkiyeyê şîdeta li ser jinan her diçe zêde dibe. Desthilatdariya ku dengê jinan nabihêze, herî dawî di şevekê de bi biryarekê ji Peymana Stenbolê vekşiya. Jinan diyar kirin ku ew vê biryarê nas nakin û gotin tu aliyê hiqûqî yê vê biryarê tune ye.
 
Endama Navenda Gelîncîk a Baroya Enqereyê û dildara Weqfa Piştavaniya Jinan, parêzer Gunçe Çetîn der barê biryara vekişîna ji peymanê û qanûna hejmar 6284’an de nirxandin kir.
 
‘Ji metnên navneteweyî veqetîn zehmet e’
 
Gunçeyê da zanîn ku Peymana Stenbolê esas hatibû girtin û li ser vê qanûna hejmar 6284 hatiye amadekirin û got bi vekişîna ji peymanê re baweriya ku qanûna hejmar 6284 pêk bê jî nemaye û wiha got: “Piştî ji peymaneke navneteweyî vekişîn, bêguman wê sibê bêjin ku em qanûna hejmar 6284 jî pêk naynin. Gelo misogeriya vê heye? Em vê nizanin. Ev rewş ne li gorî hiqûqê ye. Ji aliyê desthilatdariyê ve daxuyaniyên wekê qanûna 6284 wê pêk bê tên dayîn. Di esasê de ev bêbaweriyê diafirîne. Ji metnên navneteweyî veqetîn zehmet e, divê li gorî usulê be. Yanî lihevkirin, hevfikrî pêwiste 
 divê ku dewlet bi mafê sereke yên esas ji peymanan veqetin. Lê tevî vê di şevekê de bi biryarekê dibêjin ku ji peymanê vekişyane.”
 
‘Ev helwesta dewletê ji bo mêran dibe mînak’
 
Gunçeyê daxuyakirin ku dewlet jinan nabîne û bi vê biryarê jî ev zelal hatiye dîtin. Gunçeyê ev tişt daxuyand: “ Gotinên ‘malbat parçe dibe, hevzayendî tê teşwîqkirin’ tên kirin. Serokomar got ‘em ketinê û piştre jê derketin’.Gelo em li ku dera vê ne? Di esasê de ev helwest tê vê wateyê ‘Ez jinan nabînim. Ez di pêngava xwe de jinan bi nirx nabînim, lê ez li jinên xwe dinêrim’. Ev helwesta dewletê ku jinan evqas pasîfize dike, bêguman otomotîk ji mêrên welat re jî dibe mînak. Ji ber vê jî şîdet hîn bêtir zêde bibe.”
 
‘Biryar li dijî destura bingehîn e’
 
Gunçeyê destnîşan kir ku piştî Peymana Stenbolê li meclîsê ketiye meriyetê şûnde qanûna hejmar 6251 ketiye meriyetê û hîna di meriyetê de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji peymaneke navneteweyî vekişîn, divê ji dengdana meclîsê derbas be. Em bi van usulan ketin Peymana Stenbolê. Lijneya wezîran û serokwezîr îmze avêtê. Piştre ev îmzeya ku serokwezîr avêtê bi qanûna ‘di cih de dîtin’ ji aliyê meclîsê ve hat erêkirin. Lê îro peymana bi erêkirina meclîsê ket meriyetê bi yek îmzeyê tê vekişandin. Ev li dijî qanûnê ye li dijî hiqûq û destura bingehîn e.”
 
‘Girînge ku bi kîjan rûhî wê pêk bînin’
 
Gunçeyê di berdewamiyê de got: “Der barê qanûna 6284’an de guherînek nehat kirin yanî nehat rakirin. Der barê peymanê de biryar hat girtin lê ev wateya ku qanûn jî wê pêk bê nade. Yanî yên ku qanûnê pêk bînin hene. Dadger, polîs, merciyên îdarî û peywirdarên dewletê. Di mijara nefeqeyê de jî tiştek wisa hat kirin. Mafê nefeqeyê nîqaş kirin lê der barê wê de guherînek nehat kirin. Dadger êdî ji bo beşên diyarkirî nefeqeyê dide. Nefeqe 2-3 salan tên dayîn. Lê di qanûnê de tu guherîn nehat kirin. Piştevanî girîng e. Ger em piştevaniya xwe winda nekin wê peymanên hîn baştir bên destxistin. Em dîsa hemû serlêdanên xwe yên pêwist bikin. Em bi çalakiyan xwe rêxistin bikin û ligel hv bin. Tu desthilatdarî tu hêz nikare pêşî li têkoşîna jinan bigire.”