Jina dengbêj Naîle Tuncer: Dengbêjî çand û jiyana me ye

  • 09:01 5 Nîsan 2021
  • Rojane
Rojda Aydin
 
SÊRT - Jina dengbêj Naîle Tuncer a ku êş û kêfxweşiya jiyanê bi dengbêjiyê tîne ziman, diyar kir ku dengbêjî ji bo wê gelek girînge û got: "Dema dilê min tijî dibe ez stranan dibêjim û dilê xwe rehet dikim. Dengbêjî çand û jiyana me ye divê em xwedî lê derkevin."
 
Dema mirov dibêje dengbêj yekem dengbêjên Botanê tên bîra mirov. Ji ber ku Botan bi denbêj û berxwedana xwe tê nasîn. Bi salane li herêma Botanê şer, kuşitin û qetlîam bi dawî nebûne. Li hember van pêkanînan berxwedan jî her ku çûye zêde bûye. Dengbêjên heremê jî bi stranên xwe li herêmê bûne dengê gel û êş, jiyan û kêfxweşiya jiyanê bi stranan vegotine.  Naîle Tuncer,(58)  jî yek ji van dengbêjan e. Naîle ji me re bahsa jiyana xwe kir û bal kişand ser girîngiya dengbêjiyê. 
 
Naîle ya ku di temenê biçûk de ji aliyê malbatê ve bi zorê hatiye zewicandin û di jiyanê de tim bi zor û zehmetiyan re rû bi rû maye, wiha bahsa xwe dike: "Di zarokatiyê de jiyaneke me ya xwezayî hebû. Ez bi dayika xwe re diçûm nav erdan û min alîkariya wê dikir. Lê ez zarokatiya  xwe nejiyam. Ji ber ku di temenê biçûk de min bi zorê zewicandin. Min qebûl nedikir. Min nizanîbû zewac çi ye.  Piştî ku ez zewicîm hîna ez zarok bûm zarokên min çêbûn. Min piştî zewacê ji jiyana xwe tiştek fêm nekir. Min jiyanek zahmet derbas kir.  Kesê pê re hatim zewicandin zilm li min dikir.  Lê dijî hemû zor û zehmetiyan min li ber xwe dida. Min tu carî li hember gef û zordariyan serî netewand. Barê jinan giran e. Ji ber ku di her aliyî de bar li ser milên  wan e. Jin berpirsyariya hemû tiştan digirin û li hemer zordariyan serî radikin. Me berê nizanibû ku mafê jinê jî heye. Lê Rêber Apo da nîşandan ku mafên jinan jî heye. Piştî ku Serok pêşiya me jinan vekir me jina li hember zilmê bêhtir serî rakir û li ber xwe da. Ji ber wê ye ku  em jin îro di her qadê de li berxwe didin û dibêjin em hene. Em jin bi salane ji bo ku şer bê sekinandin li berxwe didin. Em hem li hember îktîdarê û hem jî li hember zilma mêrê li berxwe didin."
 
'Herî zêde kêfa min ji Meryem Xan re dihat'
 
Naîle, da zanîn ku di nava malbata wê de kesên ku dengbêjî kirine tune ne û wiha behsa çîroka xwe ya dengbêjiyê kir: "Dema em zarok bûn kasêt û plaq hebûn. Malbata min ji kasetan stran guhdar dikirin û min jî bi wan re gûhdar dikir. Dema ku stran di kastê de dihat gotin min ji ber dikir û di hişê min de dima. Her wiha dema em diçûn nav erdan jinan stran digotin. Min gûh dida wan jî. Bi vî awayî dema ez hîn zarok bûm min dest bi dengbêjiyê kir. Dema em diçûn ser kaniyê, li dawet û hinayê min stran digotin. Bi vî awayî min dest bi dengbêjiyê kir. Berê min li dawetan stran digotin û Niha jî di rojên wek 8'ê Adarê û 21'ê Adarê Newrozê  de ez stranan dibêjim. Tu carî dev ji denbêjiyê bernadim. Dema ez zarok bûm min tim stranên Meryem Xan û Ayşe Şan gûhdar dikirin. Herî zêde kêfa min ji Meryem Xan re dihat. Ez di zarokatiya xwe de bi stranên wê mezin bûm. Dengbêjî çanda me ye û tiştekî gelek xweş e. Divê hemû kes xwedî çanda dengbêjiyê derbikeve."
 
'Ez astengiyan nas nakim'
 
Naîle, bi lêv kir ku ew dixwaza li her derê dengbêjiyê bike lê tê astengkirin û wiha pêlda axaftina xwe: "Ez ji dengbêjiyê gelek hez dikim û dixwazim dengbêjiyê bikin. Lê belê ew derfet zêde tune ye. Em jin ji aliyê mêran ve tên astengkirin. Kesê pê re hatime zewicandin destûrê nade ku ez denbêjiyê bikim. Lê ez tu astengiyan nas nakim. Li ku dibe bila bibe ez stranan dibêjim. Em jin jî dixwazin derbikevin hemberê gelê xwe û dengbêjiyê bikin. Lê civaka feodal me asteng dike. Ez li ser êş, evîn, welat, şehîd, kêfxweşî û şahiyê stranan dibêjim. Ez hem xweşî û hem jî kêfxweşiyê di stranên xwe de vedibêjim. Her wiha li ser jiyana xwe jî dibêjim. Ji ber ku êş û zehmetiyên ku min di jiyana xwe de jiyane bi stranên xwe tînim ziman."
 
'Xwedî li çanda dengbêjiyê derkevin' 
 
Naîle, di dawiya axaftina xwe de got dengbêjî di jiyana wê de xwedî ciheke girînge û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê em çanda xwe ya dengbêjiyê nedin jibîrkirin û xwedî lê derkevin. Ji ber ku dengbêjî parçeyek çanda me ya kurd e. Divê hemû ciwan û jin xwedî dengbêjiyê derbikevin. Çanda dengbêjiyê ji me re ji dapîr û bapîrên me maye. Dengbêjî çand û jiyana me ye. Dema dilê min tijî dibe ez dengbêjiyê dikim û dilê xwe rehet dikim. Ger ku min dengbêjî nekira ez ê bimirama. Dengbêjî aramiyê dide min."