ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2021'Ê

  • 09:00 5 Nîsan 2021
  • Rojev
*Jina dengbêj Naîle Tuncer a ku êş û kêfxweşiya jiyanê bi dengbêjiyê tîne ziman, diyar kir ku dengbêjî ji bo wê gelek girînge û got: "Dema dilê min tijî dibe ez stranan dibêjim û dilê xwe rehet dikim. Dengbêjî çand û jiyana me ye divê em xwedî lê derkevin." DÎMEN HEYE
 
*Parêzer Gunçe Çetîn der barê peymana Stenbol û qanûna hejmar 6284 de nirxandin kir û got bi biryara keskî vekişîna ji Peymana Stenbolê vekişîn ne pêkan e û got ev hem li dijî hiqûq û hem jî li dijî destura bingehîn e. DÎMEN HEYE
 
* Jinên bertek nîşanê krîza aborî ya ku her diçe giran dibe dan, diyar kirin ku bi pandemiyê re yên herî zêde ji kar hatine avêtin jin in û gotin divê êdî ev rewş bê guhertin. BI DÎMEN
 
*Îktidar bi feshkirina Peymana Stenbolê careke din bi dijbertî û dijminatiya xwe ya jinê derket pêş. Ev polîtikayan bandor li ser daneyên tundiya mêr a adarê jî kir. Di meha adarê de 27 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin û 15 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Îstismara li dijî zarokan zêde bû û darazê dîsa "daxistina halê baş" kir. 
 
*Nûnera Alinterî Muruvet Kuçuk da zanîn ku BMG armanc dike ku li dijî desthilatdariyê dengê xwe bilind bikin yek û got wê li dijî êrîşên li hember HDP’ê li qadan bin û ligel kedkarên ku fatura krîzê li wan hatiye birîn bin. BI DÎMEN