Li Mêrdînê mirineke bi guman a zarokekê

  • 08:49 5 Nîsan 2021
  • Rojane
MÊRDÎN - Li navçeya Mîdyadê zaroka bi navê Emîne Cersel a 13 salî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
 
Emîne Cersel (13) ku li gundê Kafirellebyê rûdinişt, di 3'yê Adarê de bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Emîne piştî encamên otopsiyê li goristana gundê Kafirellebyê hate veşartin. 
 
Li gorî tê îdiakirin malbatê gef li Emîneyê kiriye û ber bi întiharê ve hatiye kaşkirin.